AMED – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li çalakiya rûniştinê ya li Amedê axivî û got: “Em li vir in û xwedî li vîn, bajar û kolanên xwe derdikevin. Em natirsin, bêdeng nabin û em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
Çalakiya rûniştinê ya HDP’ê li Amedê li dijî tayînkirina qeyûman da destpêkirin di roja 14’emîn de dewam kir. Li gel parlamenter û hevşaredar û rêveberên HDP’ê bi sedan welatî beşdar bûn û dirûşm berz kirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li gel Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin serdana çalakgeran kir û beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Welatiyan Temellî bi çepikan û berzkirina dirûşman pêşwazî kir.
Piştî demek ku çalakiya rûniştinê pêk hat, derbasî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Ewil Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari axivî û behsa armanca çalakiyê kir.
‘YÊN XWEDIYÊ VÊ AXÊ NE EM IN’
Pişt re endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Meryem Soylu axivî. Soylu bixêrhatina çalakgeran kir û wiha got: “Hûn îradeya xwe teslîmî kesî dikin hevalno? Hûn desteserkirina vîna xwe qebûl dikin hevalno? Hûn binpêkirina mafê xwe qebûl dikin? Li ser ked û mafê gel rûniştine û dixwin. Heta gelê Amedê, Wanê û Mêrdînê qeyûman dernexin û wan neqewirînin wê ranekevin û rûnenên. Em in xwediyê vê axê. Yên xwedî vê axê ne hûn in. Em ê her tim li pey xwedî derketina vîn û axa xwe bin.”
‘EM LI VIR IN Û XWEDÎ LI BAJARÊN XWE DERDIKEVIN’
Piştî Soylu, Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û di destpêkê de çalakgeran silav kir.
Temellî axivî û wiha got:
“14 roj in em li vir in û li kolanan li ber xwe didin. 14 roj in li vî welatî darbe pêk anîn. Vîna bi milyonan însan tune hesibandin. Vîna sindoqan tune hesibandin. Bi wezîfeya tundiyê dest danîn ser vîna xelkên Amed, Wan û Mêrdînê. Em li vir in û xwedî li vîn, bajar û kolanên xwe derdikevin. Werin em hemû bi hev re xwedî li vîna xwe derkevin û li têkoşîna xwe derkevin. Em li dijî qeyûman û vê pergala faşîst têbikoşin û dest ji kolanan bernedin. Em ê dest ji nasname, çand û zimanên xwe bernedin. Em ê ji bo siberojek wekhev û demokratîk a welat têkoşîna xwe dewam bikin.
EM Ê DAWÎ LI DIJMINAHIYÊ BÎNIN
Tekane tiştek di destê wan de maye ew jî dijminahiya gelê kurd e. Em ê bi hev re dawî li vê dijminahiyê bînin. Siyaseta li vir siyaseta bi hev re bûnê ye. Werin em vê siyasetê li her deverê Tirkiyeyê mezin bikin. Heke em mezin nekin, wê ev feraseta qeyûm û yekperest li her devera Tirkiyeyê belavttir bibe û me bi qeyûman bi rêve bibin. Em li ku derê dibin bila bibin em ê xwedî li hemû nirx û hebûna xwe derkevin. Em vê zîhniyeta yekperest qebûl nakin. Em natirsin, bêdeng nabin û em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan li dar xistin û çalakiya îro bi dawî bû.