MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên Bajarê Mezin a Mêrdînê 14 rojin çalakiyên rûniştinê li dar dixin. Parlamenter û rêveberên HDP’ê dîsa di çalakiyê de cihê xwe girtin. Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî, got: "Em li dijî vê zilmê serî natewînin."
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê Tebaxê de Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Mêrdîn Wan û Amedê ji peywirê girtin. Wezîr qeyûm tayînî Şaredariyên Mêrdîn, Wan û Amedê kirin. Ji roja qeyûm tayînî şaredariyan bûye heta niha Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wan, Mêrdîn û Amedê her roj çalakiyan li dar dixin. Li Mêrdînê jî çalakî didomin. Girseya çalakiyê ku rêveber û parlamenterên HDP'ê jî di navde di roja 14’an de dîsa li Parka Karayollari ya Mêrdînê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Polîsan dîsa bi maşîneyên zirxî û TOMA park dorpêç kir û çalakger xistin çemberê. Koma HDP'ê di nava polîsan re derbasî qada çalakiyê bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Koma HDP’ê li Parkê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsan destûr nedan ku welatî beşdarî çalakiyê bibin. Welatiyên rastî astengiyê hatin li pişt barîkata polîsan sekna xwe berdewam kirin.
Piştî koma HDP'ê saetekê li qadê rûniştin, li ser navê komê Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryaki li vir daxuyanî da. Tirkayî bal kişand ser 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û got: “Em ê îro li Navçeya Qoserê bi gelê xwe re bên cem hev. Em ê îro ji bo aştiyê li qadan bin. Ji bo em carek din daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman emê bimeşin. Çalakiya ku em dikin zagonî û rewa ye. Yên ku dibêjin çalakî ne zagonî ne ew li dijî zagonan tev digerin. Yên esil zagonan binpê dikin yên ku me hişyar dikin in. Em li vir 20 kesin. Lê polîsên cîhanê li dora me kom bûne. Ew çi bikin bila bikin heta niha me serî ne tewand. Ji niha û şûnde jî em serî natewînin. Em li vir in û emê her dem li vir bin. Em li dijî van zextan û vê zilmê serî tu car natewînin."
Koma HDP'ê bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" dawî li çalakiyê anîn û dîsa bi dirûşmeyan derbasî avahiya HDP’ê bûn.