AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi 3 zaravayê Kurdî (kurmancî-kirmanckî û soranî) û bi zimanê tirkî, îngîlîzî û firansî pîroz kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi 4 zimanan 1'ê Îlonê pîroz kir. KCD'ê di peyama xwe ya bi 3 zarava û 4 zimanan de wiha got: "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di serî de ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn ku herî zêde pêwistiya wan bi aştiyê heye û li gelê hemû cîhanê piroz be. Îro bi minasebeta 1'ê îlonê li Wan, Amed, Stenbol û Îzmirê mîtîngên mezin tên li darxistin û dîsa li gelek bajarên din jî şahî tên li darxistin.