HESEKÊ - Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê bawernameyên derçûnê li Hezar û 127 mamosteyên peymangehên Şehîd Çiya û Seydayê Tîrêj belav kirin.
Piştî destkeftiyên Şoreşa Bakurê Sûriyê yên li ser asta siyasî û leşkerî û têkbirina DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek destkeftî hatin bidestxistin. Ji van destkeftiyan, destkeftiya di qada perwerde û fêrkirinê de, diyarkirina rêbazên nû yên xwendinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku bi hemû zimanên serekê hate diyarkirin. Tê zanîn ku bi destpêkirina werza havînê re, dewreyên amadekirina mamosteyan hatin vekirin û piştî bidawîkirina perwerdeya li peymangehên Şehîd Çiya û Seydayê Tîrêj, Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê şahiya derçûna mamosteyan li Yarîgeha El-Xedraa ya taxa Til Hecer li dar xist. Li gorî nûçeya Ajansa Hawarê (ANHA) Bernameya şahiyê ji radestkirina bawernamyên mamosteyên ku di sala 2015 û 2018`an de pêk hat û bi beşdariya hemû mamosteyên ku derçûne û hejmareke mezin ji şêniyan bi rê ve çû. Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê hevseroka Komîteya Perwerdeyê Semîra Hec Alî axivî û got me gelek zehmetî dîtin û van astengiyan hişt ku em asta mamosteyên xwe bilind bikin.
Paşê rêveberê peymangehên li kantona Hesekê Raman Hesef axivî û got ev peymangeh ji bo hemû civatê hatine vekirin, her wiha da ku civakeke siyasî, rewşenbîr û xwedî exlaq were avakirin. Paşê rêveberên Peymangeha Şehîd Çiya û Peymangeha Seydayê Tîrêj, bawername li mamosteyan belav kirin. Tê zanîn ku Peymangeha Şehîd Çiya di sala 2015`an de û Peymangeha Seydayê Tîrêj di sala 2016`an de hatin vekirin. Merasîm bi wergirtina bawernameyan û gerandina govendê bi dawî bû.