ENQERE - Zarîfe Çamalan ku li ser navê Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî daxuyanî da diyar kir ku girtiyê nexweş Hasan Akman ku li Girtîgeha Kirikkaleyê girtî ye, ji ber ku serê derziya însulîn nadinê, neçar dimîne ku serê derziyekê 15 caran bi kar bîne.
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 261'emîn de çalakiya xwe li pêşiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê li dar xist. Li virê li ser navê inîsiyatîfê Zarîfe Çamalan daxuyanî da. Çamalan bal kişand ser rewa girtiyê nexweş Hasan Akman ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê girtî ye. Çamalan diyar kir ku Akman bi nexweşiya şêkir ketiye û wiha got: "Ji bo tedawiyê divê pompaya însulînê bi kar bîne. Lê bi hinceta ku Kirikkale biçûk û li bajar tuneye, pompeyê nadin Akman. Li gorî nameya ku ji me re şandiye; xwestine ku Akman pompe û cîhaza pîvana şekir bi pereyan bikire. Di rewşeke asayî de divê rojê 5 caran şekirê Akman bê pîvan, lê ji roja ku beriya 4 mehan hatiye girtin heta niha qet şekirê wî nehatiye pîvan."
Çamalan da zanîn ku Akman ji wan re ragihandiye ku ji ber ku serê derziyên însulînê nadinê, neçar dimîne ku serê her derziyekê 15 caran bi kar bîne û ev tişt anî ziman: "Gelek girtî di vê rewşê de ne. Li girtîgehê pirî caran daxwaza revîrê jî nayê bersivandin. Divê pirgirêkên tenduristiyê yên Akman bên derbaskirin û amûrên tenduristiyê yên pêwîst bên dabînkirin. mieyneya kelepçekirî ya li dijî rûmeta mirovahiyê divê lê neyê ferzkirn û sewqkirin bi rînga yekesî jî bi dawîkirin."