ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê di çalakiya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mewlude Başdaş a 61 salî ya ji sedî 86 astengdar û xwest bê berdan.
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, Endamên bi diruşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li pêş Sumerbank a Berê ya Konaka Îzmirê çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de pankarta "Girtiyên nexweşîna giran dimirin' hat vekirin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş, rêveberiyên partiyê û Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiyê bûn. Endamên komîsyonê, di çalakiya vê heftê de bal kişandin ser rewşa jina girtî ya 61 salî Mevlûde Başdaş a ji sedî 86 astengdare. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyaniyê vê heftê da.
'NEXWEŞIYA DAYIKA MIN GIRANE’
Çîçek, bal kişand ser rewşa Mevlude Başdaş a ev 2 salin li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê girtiye û ev agahî derbarê Başdaş de dan: “Berî ku Başdaş bê girtin, veguhêza gurçik kiribû. Nexweşiyên wê yên tansiyon, şekir û kolesterolê hene. Rapora Başdaş a ji sedî 86 astengdare heye. Dema ku şekirê wê bilind bû li rûyê wê xist û du caran ji çavên xwe emeliyet bû. Li derve yekem car krîza dil derbas kir û anjiyo bû. Piştî hat girtin, bi nexweşiya astimê ket. Niha çavekê wê kor bûye û çavê wê yê din jî bi korbûnê re rû bi rû ye. Demarên dilê wê xitimîne. Ji bo ku gurçikên wê zirar nebînin, bijîjk veguhestina demar çênake. Niha jÎ bi teşhîsa weremê kirine odeya yek kesî. Ev du heftene wê tim dibin Nexweşxaneya Nexweşiyên Sing a Sûat Seren.”
Çîçek, da zanîn ku ji bo ku Başdaş di şert û mercên baş de bê dermankirin, divê demildest bê berdan.
Kurê Başdaş Mûstafa Başdaş jî, bal kişand ser rewşa tenduristiya dayika xwe û wiha got: “Nexweşiya dayika min girane. Ji sedî 86 rapora wê ya astengdariyê heye. Ligel vê jî nayê berdan. Em dixwazin demildest bê berdan.”
Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.