HATAY - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îskenderûnê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daxuyanî dan çapemeniyê û bertek nîşanî tayînkirina qeyûmên 3 şaredariyên HDP’ê dan.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên navçeya Îskenderûn a Hatayê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, li Parka Bayacilar daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bijî 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê” û dowîzên “Li dijî şer aştî,” “Hevşaredara hatin hilbijarin” û “Ji qeyûman re na, dest nede vîna gelan” hatin hilgirtin. Girseya ku beşdarî daxuyanî bibû, bênaber dirûşmeyên “Bijî aştî” û “Mirov bi mafên xwe hene. Ji şer re na, demildest aştî” berz kirin.
Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îstenderûnê Coşkûn Selçûk li ser navê girseyê daxuyanî da û wiha got: “Daxwaza aştiyê, daxwaza mafê mirovan û demokrasiyê ye. Mafê şatiyê, mafek miroviye.”
'AŞTIYEK MEYÎN DE’
Selçûk, bertek nîşanî tayînkirina qeyûma jî da û wiha bilêv kir: “Qeyûm tayînê 3 şaredariyên HDP’ê kirin. Ev biryarek siyasiye. Nayê qebûl kirin. Emê weke ÎHD’ê, ji bo ku cîhanek aştiyane serwer bibe, emê têkoşîna xwe ya mafê mirovan berdewam bikin.”