ENQERE - Hêzên Demokrasî û Kedê, di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji bo mitînga ku li dar bixin, li Qada Sakaryayê belavok belav kirin.
Hêzên Demokrasî û Kedê, ji bo mitînga xwe ya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê sibê saet di 16.00'an de li Qada Sakaryayê li dar bixin, belavok belav kirin. Rêveberên HDP û CHP'ê yên Enqereyê jî tevlî belavkirina belavokan bûn. Di belavokên hatin belavkirin de gelek polîtîkayên AKP'ê hatin bibîrxistin û ji bo aştiyê banga tevlîbûna mitîngê hat kirin.