AMED - Serokê ÎBB’ê Ekram Îmamoglû, gora Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê li ber Minareya Çar Ling a dîrokî ya Sûra Amedê hat kuştin ziyaret kir û got: “Me xwest em şehîdê demokrasiyê yê parastina serdestiya hiqûqî dikir bi bîr bînin û li ser gora wî diayên xwe jêre bişînin.”
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû, yê ji bo hin hevdîtinan hat Amedê, gora Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê li ber Minareya Çar Ling a dîrokî ya Sûra Amedê, di 28’ê Mijdara 2015’an de hat kuştin ziyaret kir û bibîr anî.
‘ELÇÎ, DI ÊRÎŞEK XAYÎN DE HAT KUŞTIN’
Îmamoglû, li ser gora Elçî piştî diayê hatin kirin, axivî û wiha got: “Me xwest em şehîdê demokrasiyê yê parastina serdestiya hiqûqî dikir bibîr bînin û li ser gora wî diayên xwe jêre bişînin. Ez berê jî, tevlî bîranîneke Tahir Elçî ya Amedê bûm. Tahir Elçî di êrîşek xayîn de hat kuştin. Elçî aktîvîstek pir bi nirx bû. Amed û welat, mirovekê xwe yê pir hêja winda kir.”
’DIVÊ EM 82 MÎLYON KES BI HEVRE TÊBIKOŞIN’
Îmamoglû, yê peyama yekitî û bi hevre bûnê da, wiha got: “Divê em 82 mîlyon welatparêz li dijî terorê bi hevre têbikoşin. Ev têkoşîn bi yekitî û hevrebûnê dibe. Nobedarê vê têkoşînê jî, teqez komar, demokrasî û serdestiya hiqûqiye.”