COLEMÊRG – KESK, ÎHD, DÎSK û HDP’ê li Colemêrgê banga pîrozbahiya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê, Şaxa Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Colemêrgê, Şaxa Komeleya Mafên Mirova a Colemêrgê û Şaxa Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ji bo pîrozbahiya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiya KESK’ê daxuyanî dan û colemêrgiyan vexwendin pîrozbahiya 1’ê Îlonê. Berdevkê KESK’a Colemêrgê Musa Bor daxuyanî da û got ew gelê xwe vedixwînin şahiya aştiyê.
Parlamenterên HDP’ê Şevîn Coşkun û Saît Dede, Koma Pel û komên muzîkê yên herêmî dê beşdarî şahiyê bibin. Şahî dê saet di 15.00’an de li Parka Bajêr pêk were.