ENQERE - Di nav 12 kesên ku Erdogan wan tayînî nûnertiya Lîjneya Giştî ya BÎK'ê kir de nivîskarê Rojnameya Takvîmê Îsmaîl Çaglar ku rapora SETA'yê ya deqkirina rojnamegeran nivîsand jî heye.
Bi îmzeya Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo Lîjneya Giştî ya Saziya Îlan û Çapemeniyê (BÎK) 12 nûner hatin tayînkirin. Biryara tayînkirinê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî biryarê di nav nûnerên Lîjneya Giştî ya BÎK'ê de ku ji belavkirina îlanan fermî berpirsyar in de Fecîr Alptekîn, Saadet Orûç, Mehmet Akarca, Mûhammet Mucahît Kuçukyilmaz, Hamdî Kiliç cih digirin. Van hemû kesan jî hê di nav serşêwirmendin Erdogan de cih digirin.
Nivîskarê Rojnameya Takvîmê Îsmaîl Çaglar ku rapora SETA'yê ya deqkirina rojnamegeran nivîsand û Dîrektorê Lêkolînên Siyasî Doç. Dr. Zahîd Sobaci ku ji SETA'yê re dixebite jî di nav Lîjneya Giştî ya BÎK'ê de cih girtin. Her wiha Serokê Lîjneya Bilind a Radyon û Televîzyonê (RTUK) Ebûbekîr Şahîn, Parlamenterê Berê yê AKP'ê û Cîgirê Rektorê Zanîngeha Hasan Kalyoncû (HKU) Prof. Dr. Edîbe Sozen, Serokê Beşa Ragihandin û Çapemeniyê yê Zanîngeha Îbn Haldûn Doç. Dr. Mehmet Emîn Babacan, Koordînatorê Têkiliyên Çapameniyê û Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê Mucahîd Eker û Hîndekara Zanîngeha Marmarayê Dr. Kubra Guran Yîgîtbaş jî di lîjneyê de cih digirin.