WAN - Endamên koma şanoyê yên Fûjan û Nûpelda yên li Navenda Jiyanê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin Wanê provaya lîstika “Daweta Bixwîn” dikirin, bi fermana qeyûm ji avahiyê hatin derxistin.
Endamên koma şanoyê yên Fûjan û Nûpelda yên li Navenda Jiyanê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin Wanê provaya lîstika “Daweta Bixwîn” dikirin, bi fermana qeyûm ji avahiyê hatin derxistin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe ya ji peywirê hat girtin, Navenda Jiyanê ya Jinan ji bo provayên lîstika “Daweta Bixwîn” a bi hevbeşiya Şanoya Fûjan û Nûpeldan ên ji Îranê hatine tê lîstin, heya demekê terxanê komê kiribû.
'QEYÛM ÇAND Û ZIMANÊ KURD DIKE HEDEF'
Endamê Koma Şanoya Nûpelda Ergul Guler, diyar kir ku dema qeyûm di 19’ê Tebaxê de tayînê şaredariyê hat kirin, sponsoriya xwe ya şaredariyê betal kirin û daybeya li dijî vîna gel qebûl nekirin.
Guler, da zanîn ku wan lîstika xwe ya dê di 27’ê Tabaxê de pêşan bidana, talûqî 3’yê Îlonê kirin û wiha got: “Qeyûmê vîna gel xesp kir, îro lîstika şanoya bi Kurdî dike hedef. Divê em vê yekê baş zanibin ku, ne tenê vîna gelê Kurd hatiye hedef girtin, di heman demê de çand û zimanê Kurdî jî hatiye hedef girtin. Ligel van hemû êrîşan jî, emê şanoya xwe di 3’yê Îlonê de pêşkêşî şanohezan bikin.”