MÊRDÎN - Qeyûmê Mêrdînê, Fusûn Karaboga ku bi belgeyan derketibû holê ku di îhaleyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de nelirêtî kiriye û ji kar hatibû derxistin, kir Serokê Daîreya Parastina Hawirdorê. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk nelirêtiyên ku Karaboga kiribû, ji Wezîrê Karên Hundirê Suleyman Soylû pirsîbû lê Soylû bersiva Çelîk nedabû.
Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, kesên navên wan bi nîqaş li şaredariyê bi cih dike û peywir dide wan. Fusûn Karaboga ji ber nêlirêtiyên ku kiribû, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî Hilbijartina 31'ê Adarê ew ji peywirê girtibû, ji aliyê qeyûm ve careke din hat ser kar. Qeyûm careke din Karaboga kir Serokê Daîreya Parastina Hawirdorê.
SOYLÛ BERSIV NEDAYE
Karaboga piştî ku ji peywirê hatibû girtin, çibû cem Walî Yaman û ji xwestibû ku wî bike Şaredariya Artûklûyê ya di destê AKP'ê de. Şaredariya AKP'ê Karaboga qebûl nekiribû û li ser vê yekê Yaman ew weke avahîsaz li walîtiyê bi cih kiribû. Her wiha Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrdînê Tûma Çelîk nêlirêtiya ku Karaboga kiribû bi belgeyan ji raya giştî re aşkera kiribû û vê yekê ji Wezîrê Karên Hundirê Suleyman Soylû pirsîbû. Lê Soylû hê jî bersiva Çelîk nedaye.
QOMPÎTOR XELAT GIRTIBÛ
Di belgeyên ku ji aliyê Çelîk ve hatibûn parvekirin de derketibû holê ku Karaboga ji şîrketa ku îhaleyê daye wan qompîtoreke bi 7 hezar û 895.03 TL girtiye. Her wiha personel Mehmet Adem ku bi Karaboga re tevgirayabû jî di axaftinên xwe yên Whatsapp'ê de rayedarên şîrketa ku îhaleyê girtibû hişyar kiribû û xwestibû ku ji bo neyên guhdarkirin baldartir tevbigerin.
MA / Ahmet Kanbal