ENQERE - Enqereyiyan diyar kir ku qeyûm li dijî demokrasiyê ne û gotin: "Îro tayînî rojhilatê welêt kirin, sibê wê tayînî deverên din jî bikin."
Piştî qeyûm tayînî şaredariyên HDP'î hatin kirin, tê nîqaşkirin ku wê tayînî şaredariyên li rojavayê welêt jî bên kirin. Beriya hilbijartina 31'ê Adarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansûr Yavaş hedef girtibû û niha tê gotin dibe ku qeyûm tayînî Şaredariay Bajarê Mezin a Enqereyê jî bê kirin.
Xwendekarê Zanîngeha Enqereyê Emre Karaman, got: "Tayînkirina qeyûman li dijî demokrasiyê ye. Min dengê xwe da AKP'ê, lê poşman im. Bavê min dengê xwe dide wî, min jî da AKP'ê. Ez ji şaredarê Enqereyê razî me."
Xwendekarê lîseyê Kenan Guven jî got: "Di hilbijartina bê de ez ê cara ewil dengê xwe bi kar bînim. Tayînkirina qeyûman ne rast e. Em kesekî hildibêjin ew jî diguherînin. Loma baweriya min pir bi sindoqan nemaye."
‘ÎRO TAYÎNÎ ROJHILATÊ WELAT KIRIN, SIBÊ WÊ TAYÎNÎ DEVEREKE DIN BIKIN'
Salîh Koç jî got: "Li cihekî hiqûq tune be wê nîqaşên bi rengî hebin. Eger pergaleke hiqûqê hebûna, wê ev nîqaş jî çênebûna. Îro tayînî rojhilatê welat kirin, sibê wê tayînî devereke din bikin. Tayînkirina qeyûman ne tiştekî rast e. Eger li holê sûcek hebe, divê li dadgehên adil bên darizandin."
Dondu Şikandîlmaya: "Ez keça komarê me. Tayînkirina qeyûman ne rast e. Her wiha niha berteka muxalefetê jî ne bes e. Divê em bêdeng nemînin, bitêkoşin. Wê her tişt xweştir bibe."
Yuksek Sirri jî got: "Tayînkirina qeyûman ne rast e. Kî di sindoqê de bi ser ketibe bila ew bi rê ve bibe. Berteka muxalefetê jî têr nake."
Hacer Albak jî got: "Li dijî qeyûma me. Eger wisa bibe wê baweriya min bi sindoqan neyê û ez ê careke din neçim ser sindoqan."
Sevgî Yuce Baylas jî got: "Tayînkirina qeyûman derî hiqûqê ye. Bêhurmetî ye. Ev gefê li şaredariyên din jî dixwaze. Dixwazin çavê Enqere ûS tenbolê jî bitisînin. Em li Komara Tirkiyeyê dijîn. Em dibêjin qey demokrasî heye. Berteka muxalefetê ne bes e, divê hîn bêtir dengê xwe bilind bike."
Nazan Kotak jî got: "Şaredar bi dengê gel tên hilbijartin. Eger şaşiyek wan hebe divê ceza li wan bê birîn û ji peywirê bên dûrxistin, lê tayînkirina qeyûman ne rast e. Ev zirarê didin demokrasiyê."
MA / Zemo Aggoz