STENBOL - Hevserokê Giştî yê KESK'ê, Nûnerê Dev-Tekstîlê yê Stenbolê Ozgur Karaçan û Endamê Desteya Rêvebir a DÎSK'ê Kanber Saygili, ji bo mîtînga ku dê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Qada Kartalê bêlidarxistin, bang li hemû karker û kedkaran kirin.
Wê Îstanbûl Emek, Hêzên Aştî û Demokrasiyê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de mîtîngekê li dar bixin. Mîtîngê wê li qada kartalê bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê KESK'ê, Nûnerê Dev-Tekstîlê yê Stenbolê Ozgur Karaçan û Endamê Desteya Rêvebir a DÎSK'ê Kanber Saygili, ji bo mîtînga ku dê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Qada Kartalê bêlidarxistin, bang li hemû karker û kedkaran kirin.
'TÊKOŞÎNA JI BO AŞTÎ, WIJDAN Û EDALETÊ YE'
Hevserokê Giştî yê KESK' Mehmet Bozgeyîk, bal kişand ser polîtîkayên ewlehîparêziyê yên di warê neçareserkirina pirsgirêka kurd de her diçe zêde dibin û tayînkirina qeyûman a ji bo 3 şaredariyên bajarê mezin û got, mafê hilbijartin û bijartinê yê gel hatiye xespkirin. Bozgeyîk, bilêv kir ku ew KESK ji bo polîtîkayên çewisandinê bi dawî bibin û aştî pêk bê israr dikin û divê têkoşîna ji bo aştiyê li rojhilata Navîn û cîhanê bênavber bidome. Bozgeyîk, destnîşan kir ku têkoşîna ji bo aştiyê di heman demê de têkoşîna ji bo wijdan û edaletê ye jî.
‘JI BO AŞTIYÊ BER BI QADAN VE'
Bozgeyîk, bilêv kir ku di 1'ê Îlonê de ew ê li cem hêzên demokrasiyê bin û got: "Em ê cîhaneke azad û wekhev bi destên xwe biafirînin. Em di 1'ê Îlonê de li benda hemû kedkaran e ku dakevin qadan."
‘QEYÛM PERÇEYEKE ŞERÊ TAYBET IN'
Endamê Desteya Rêvebir a DÎSK'ê Kanber Saygili jî bilêv kir ku îktîdara AKP'ê bi salan e bi rêbazeke şerê taybet êrîşî gel kurd dike. Saygili, diyar kir ku îktîdar tenê êrîşî kurdan nake, di heman demê de êrîşî karker, kedkar, ciwan, jin û xwezayê jî dike. Saygili, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman perçeyeke şerê taybet ê li dijî gelê kurd e û li dijî vî şerî divê her kes helwesteke hevpar nîşan bide.
Saygili, got: "Em karker û kedkar di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, em ê vê helwesta xwe nîşan bidin. Li ser vî asasî em hemû kedkar û karkeran vedixwînin Qada Kartalê."
‘LI DIJÎ ZORBETIYÊ EM Ê LI QADAN BIN'
Nûnerê Dev-Tekstîlê yê Stenbolê Ozgur Karaçan jî destnîşan kir ku li cîhanê û Tirkiyeyê krîza siyasî û aborî kûr bûye û berjewendiyên welatên emperyalîst şer gurtir dikin. Karaçan, bal kişand ser tayînkirina qeyûman jî û got: "Îktîdara AKP'ê ku vîna gel nahesibîne, dixwaze welat bi darê zorê bi rê ve bibe. Em bang li tevahiya karker û kedkaran dikin ku roja 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dakevin qadan û daxwazên xwe bilêv bikin."
MA / Naci Kaya