WAN - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin, bang li her kesî kirin û gotin, ew ê bersiva polîtîkayên qeyûm û şer bidin.
Wê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter a Wanê mîtîngek bê lidarxistin. Wê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk tev li mîtîngê bibin. Wê mîtîng saet di 14:00'an de bê lidarxistin.
'DIVÊ KES LI MALÊ RÛNENÊ'
Dayika Aştiyê Kewê Işik, diyar kir ku divê di 1'ê Îlonê de her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û xwedî li aştiyê derkeve. Işik, got: "Êdî roj hat ku welateke ku her kes bi serbilindî lê bijî bê avakirin. Divê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kes li malê nemîne. Divê her kes dakeve qadan."
Endama Desteya Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Mûkaddes Karakoç, anî ziman ku hikûmetê aştî bin pê kiriye û got: "Em bang li dayikan dikin ku bi kinc û kitanên xwe yên spî li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bin. Nexasim jî divê em li dijî xespkirina gelê wan li qadan bin. Li dijî xespkirinê divê em yekîtiya xwe xurt bikin."
'LI DIJÎ CINAYETÊN JINA DIVÊ EM LI QADAN BIN'
Endama Tevgera Jina Azad (TJA) Hatîce Kiye jî destnîşan kir ku divê wanî li dijî cinayetên jin ûz arokan di 1'ê Îlonê de tev li mîtîngê bibin û dengê xwe bilind bikin.
Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî got: "Em bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê dikin ku ji 'Şer re bêjin na', li dijî xepskirina vîna gel derkevin. Ji bo jiyaneke birûmet û yekîtiya gelan em bang li her kesî dikin ku 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li qadan bin."
Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî bilêv kir ku ew ê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bersiva qeyûman bidin û got: "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dijî xespkirina vîna gel xwedî li vîna xwe derkevin. Em tevahiya gelê xwe vedixwînin Parka Aştiyê ya Mûsa Anter."