AMED - Serokê Komeleya Yekîtî û Fikrên Akademîk Mûhammed Beybûr, der barê mirina 37 zarokên li Nexweşxaneya Welidandinê û Zarokan a Amedê de, bi tawanbariya "kuştina bi qesdî" giliyê Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Mehmet Saît Avar kir.
Li Amedê, di sala 2018'an de di nav du mehan de li Nexweşxaneya Welidandinê û Zarokan a Amedê 37 zarok mirin. Serokê Komeleya Yekîtî û Fikrên Akademîk Mûhammed Beybûr, ji ber vê giliyê Midûrê Tenduristiyê yê Amedê Mehmet Saît Avar kir. Beybûr, bi tawanbariya "kuştina bi qesdî", li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê Avar kir. Her wiha Beybûr, bi îdiaya ku li di îhaleyên nexweşxaneyê de nelirêtî tê kirin û rêveberên nexweşxaneyê "di îhaleyan de fesadiy dikin", "peywira xwe baş bi cih naynin", "piştgiriyê didin sûcdar" û "delîlên sûcî winda dikin" jî gilî kir.