ÊRÎVAN - Li Ermenîstanê, li herêma Elegezê Kûrden Êzidî di nav heyecanek nû de ne. Li gûndê Rêya Teze îbadetxaneyek bi teşbê Laleşa Nûranî tê avakirin. Ev demek dirêje lêkirina vê perestgehê berdewam dike û tê hêvîkirin ku di demek kurt de temam bibe.
Li cîhanê yek ji cihên ku Kurdên Êzidî bi piranî lê dijîn jî welatê Ermenîstanê ye. Êzidiyên ku bi fermanan ji welatê xwe koçber kirine, li Ermenîstanê bi cîh bûne û li vir ji xwe re cîh war avakirine. Li Hayastanê, yek ji van herêmên ku Kurdên Êzidî lê bicîh bûne jî herêma Elegezê ye. Li vê herêma ku li qûntarên çiyayên Elegezê avabûye, 11 gundên Êzidîyan heye. Yek ji van gundan jî, gundê Rêya Teze ye.
Niha li vê gûndê perestgehek nû ya Êzidiya tê avakirin. Mirov dikare bêje ev perestgeh, mînyatûra Laleşa Nûranî ye.
Berî du sal û nîv, xêrxwazek gundê Rêya Teze ku niha li Ewropa dijî, projeyek bi vê rengê pêşniyar dike û dixwaze cihek îbadetê li gund ava bike. Piştî ev pêşniyar tê qebûlkirin, ji Laleşa Nûranî a li Şengalê axa pîroz tê anîn û temelê perestgehê tê avêtin.
WÊ VALAHIYEK MEZIN TIJE BIKE
Hêj çêkirina vê perestgehê berdewam dike. Wisa tê hêvîkirin ku ev avahiya bi teşbeyê Laleşê, di nav salekê de were temam kirin.
Mîmariya vê cihê pîroz, bi tevahî wek Laleşê tê honandin û şiklê wê bi temamî wek Laleşê ye. Di kompleksa perestgehê de ji xeynî cihê îbadetê, ji bo mêvanên werin herêma Elegezê mêvanxaneyek jî tê lêkirin.
Ji ber ku li herêma Elegezê îbadetxaneyên Êzidiya kemin, ev perestgeh wê valahiyek mezin tije bike û ji bo Êzidiya bibe cihek pîroz. Tê hêvîkirin ku piştî ev perestgeh bê qedandin, ji hêla heyetek payebilind ku ji Laleşê werin û bi tevlîbûna gelek Êzidiyên ji diasporayê were vekirin.