* Li Ermenîstanê, li herêma Elegezê Kûrden Êzidî di nav heyecanek nû de ne. Li gûndê Rêya Teze îbadetxaneyek bi teşbê Laleşa Nûranî tê avakirin. Ev demek dirêje lêkirina vê perestgehê berdewam dike û tê hêvîkirin ku di demek kurt de temam bibe.
* Serokê Komeleya Yekîtî û Fikrên Akademîk Mûhammed Beybûr, der barê mirina 37 zarokên li Nexweşxaneya Welidandinê û Zarokan a Amedê de, bi tawanbariya "kuştina bi qesdî" giliyê Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Mehmet Saît Avar kir.
* Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin, bang li her kesî kirin û gotin, ew ê bersiva polîtîkayên qeyûm û şer bidin.
* Hevserokê Giştî yê KESK'ê, Nûnerê Dev-Tekstîlê yê Stenbolê Ozgur Karaçan û Endamê Desteya Rêvebir a DÎSK'ê Kanber Saygili, ji bo mîtînga ku dê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Qada Kartalê bêlidarxistin, bang li hemû karker û kedkaran kirin.
* Parlementerên HDP'ê, ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Qada Kartalê bê lidarxistin bang kirin û gotin, li dijî qeyûman, cinayetên jina û talankirina xwezayê li qada mîtîngê bin.
* Nûnerên partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civaka sivîl ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Qada Tandoganê bê lidarxistin bang kirin û gotin, li dijî qeyûman em dengê xwe yê ji bo aştiyê bilind bikin.
* Enqereyiyan diyar kir ku qeyûm li dijî demokrasiyê ne û gotin: "Îro tayînî rojhilatê welêt kirin, sibê wê tayînî deverên din jî bikin."
* Welatiyên li navçeya Rezana Amedê bertek nîşanî destdanîna ser vîna xwe dan û diyar kirin ku ev yek zilm e û ew walî wek şaredar nas nakin. Welatiyan got qeyûm datînin çi datînin bila deynin kes nikare ya dilê wan desteser bike.
* Hêzên Ked û Demokrasiyê wê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li 4 bajaran mîtîngên Aştiyê li dar bixe. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji sala 1992'an heta niha ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê çareser bike di nava hewldanan de ye û 26 salin ji bo aştiyê têdikoşe. Ocalan, herî dawî di 7'ê Tebaxê de dîsa bi rêya parêzeran peşam şand û got: "Ez ji bo çareseriyê amade me" û banga çareseriyê kiribû.
* Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm ên li Mêrdîn, Wan û Amedê wê di roja 13'an de bi tevlêbûna rêxistinên civakî berdewam bike. (11.00)
* Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, wê li avahiya CHP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. Îmamoglu, piştre wê gora Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li Sûrê hat kuştin ziyaret bike. Piştre wê bi Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mızrakli re li Şaredariya Peyasê bê cem hev. (11.00-14.00)
* Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin wê çalakiyên xwe yên "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbenta windayan bigerin wê di hefteya 753'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Çalakiyên Nobeta Av û Wîcdan a li dijî Şîrketa li Çiyayê Kazê li Zêr digere di roja 37'an de berdewam bike. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê ji bo girtiyên nexweş bên dermankirin û serbest bên berdan, wê li Navçeya Konakê çalakiyên xwe berdewam bikin. (13.00)
* Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê wê ji bo girtiyên nexweş bên berdan li qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)
* Înîsiyatifa Girtîgehan a Enqereyê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, wê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê.