STENBOL - Parlamenterên HDP û CHP'ê ji bo mitînga 1'ê Îlona Roja Aştiya Cîhanê ku dê roja yekeşemê bê lidarxitin, bang kirin.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komarê ya Gel (CHP) ji bo mitînga 1'ê Îlona Roja Aştiya Cîhanê ku dê ji aliyê Hêzên Demokrasî û Aştî ve li Qada Kartalê bê pîrozkirin, belavokên banga mitîngê belav kirin. Belavkirina belavoka ku li Kolana Îstîklalê ya Beyoglûyê pêk hat, rêveberiyên her dû partiyan û gelek welatî jî tevlî bûn. Di dema belavkirina belavokan de timik dûrişmeya "Ji şer re na pê re aştî" hatin berzkirin û têkildarî tayînkirina qeyûman, talana xwezayê û cînayetên jinan welatî hatin agahdarkirin.
Bi hinceta ku derbarê qeyûman de dûrişm hatin berzkirin, polisan xwest ku belavkirina belavoka a polisan asteng bike. Ji ber vê yekê demeke kurt di navbera polis û parlamenteran de nîqaş derket. Parlamenter û welatiyan helwesta polisan bi dûrişm û çepikan şermezar kir.