DÎLOK - Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Dîlokê Ramazan Kûas ku etîketên kiryariyên qeyûman ji çapxaneyê girt û bir avahiya HDP'ê ya bajar, ji aliyê polisan ve hat binçavkirin.
Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dîlokê Ramazan Kûas dema ku etîketên kiryariyên qeyûman ên ji aliyê meclisê van ve ji bo teşhîrkirina nelirêhatiyên qeyûman hatibûn amadekirin, ji çapxaneyê dibir avahiya HDP'ê ya bajar, ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Polisan piştî ku Kûas binçav kirin, bi xwe re birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Dîlokê û etîketên pê re desteser kirin.