MÊRDÎN - Ji 4 HPG’iyên ku hat gotin di 22’yê Tebaxê de li çoltera Stewrê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê 3 ji wan li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tên rawestandin.
Hatibû diyar kirin ku 4 endamên HPG’ê di 22’yê Tabaxa 2019’an de li çoltera navçeya Stewrê ya Mêrdînê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan. Nasnameya Abdurrahman Sîler ê jiyana xwe ji dest dayî, ji aliyê Wezareta Karê Hûndiri ve hatibû ragihandin. Navê sê HPG’iyên din nehatibû aşkere kirin. Malbata Sîler, di 26’ê Tebaxa 2019’an de cenazeyê kurê xwe ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê girtin û li navçeya Qelqelî ya Wanê defin kirin. 3 cenazeyên din ên ku nasnameyên wan nehatin tespît kirin, ev 9 rojin li morga nexweşxanê tên rawestandin.