ÎZMÎR - Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, diyar kir ku divê gelê Îzmîrê xwedî daxwazên aştî û demokrasiyê derkevin û gel vexwend mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya li Qada Gundogdû bê lidarxistin.
Li Îzmîrê, mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê wê bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê li Qada Gundogdu bê lidarxistin.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementerê Îzmîrê Mûrat Çepnî, derbarê mîtînga li Îzmîrê bi lidarxistin de axivî û got: “Li tevahiya cîhanê, pêdiviya mirovahiyê û xwezayê bi aştiyê heye. Li cîhanê polîtîkayên şer, dagirkerî û mirinê serdestin. Beşên ku herê zêde ji vê bi bandor dibin jî gelê Kurd û gelên bindestin.”
'GER EM BÊN GELHEV EM Ê KARIBIN VÊ PERGALÊ HILWEŞÎNIN’
Çepnî, anî ziman ku divê hemû gelên cîhanê li dijî polîtîkayên şer dakevin qadan û wiha dewam kir: “Em di rojên ku divê daxwaza aştiyê bê kirin re derbas dibin. Darbeya qeyûm, li dijî vîn û xwe bi rêvebirina gelê Kurd. Emê di mîtînga Îzmîrê de, behsa polîtîkayên qeyûm, rûmeta gelan a li dijî koalisyona AKP û MHP’ê ya veguheriye hikumeta şer û aştiya demokratîk bikin. Divê hemû hêzên kedkar, aştîxwaz û azadîxwaz, dengê xwe biling bikin. Em di serdemek wisan re derbas dibin. Weke ku di hilbijartina 31’ê Adarê de jî hat dîtin, ger me bibin yek, emê vê pergalê hilweşînin.”
'EMÊ DAXWAZÊN XWE YÊN DEMOKRATÎK BÎNIN ZIMAN’
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî, diyar kir ku qeyûm li dijî vîna û hebûna gelê Kurd hat tayînkirin û wiha axivî: “Ev yek encama polîtîkayên înkar û tunekirinê yên AKP û MHP’ê ne. Emê di mîtînga 1’ê Îlonê de daxwazên xwe yên li dijî qeyûm, faşîzmê û şer bînin ziman û emê daxwaza aştî û demokrasiyê bikin. Em girîng dibînin ku gelê Îzmîrê beşdarî mîtina li Qada Gundogdû bê lidarxistin bibin. Di serî de CHP, divê hemû hêzên demokratîk beşdarî vê mîtîngê bibin. Ger em bi hevre tevbigerin, emê ji vê tarîtiyê rizgar bibin. Emê bi hevre vê yekê bi ser bixin.”