AMED - Polîsan dema xebatkarê HDP'ê yê Çapemeniyê Vedat Dag di operasyona qeyûmê de binçav kirin, di bin çavan de pirsa “Tu çima li wir bû" pirsin.
Wezîrê Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên Wan, Mêrdîn û Amedê kirin. Di heman şevê de li 29 bajaran 418 kes binçavkirin. Yek ji kesê hat binçavkirin jî xebatkarê HDP'ê yê çapemeniyê Vedat Dag bû. Dag piştî 8 rojan di bin çavan de ma serbest berdan. Vedat Dag, piştî hat berdan, diyar kir ku polîsan di îfadeyê de pirsa "Tu çima li wir bû" ji wî pirsîne. Dag, diyar kir ku kesên hatin binçavkirin bi îdîaya “ji bo PKK/KCK'ê xebatên rêxistinê, tevlêbûnê û karê mîlîsan dikin. Dag, anî ziman ku dîsa bi îdîaya "Di demê pêş de dibe ku wekî pêvajoya 6-7'ê Cotmehê ya Kobane bi tarza ‘Seri Hilde’ çalakiyan pêk bîne" hatin tawanbarkirin. Dag anî ziman ku ji 16 pirsên hatin pirsîn têkildarî xebatên HDP’ê yên çapemeniyê bûn. Dag anî ziman ku beriya wî binçav bikin jêre gotine "Wê di 19'ê tebaxê de piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin wê ji avahiya HDP’ê ya bajar bimeşin şaredariyê û wekî çapemeniya HDP'ê tu yê jî meşê bişopîne." Dag, anî ziman ku 3 salin xebatên HDP’ê yên çapemeniyê dimeşîne û wiha got: "Ez xebatên HDP'ê yên çapemeniyê dikim. Ez bernameyên HDP'ê dişopînim. Ji ber vê yekê çi daxuyanî û xebatên HDP'ê hebin dişopînim. Piştre polîsan ez binçav kirim. Ez birim Şaxa TEM'ê ya Amedê. Min nizanîbû çima ez binçav kirime."
Dag, da zanîn ku di bin çavan de wekî din pirsên ‘Tu çima beşdarî danasîna namzetên HDP’ê bû? Tu çima beşdarî daxuyaniya Îtîfaqan bû? Li Qada Îstasyonê mîting pêk hat tu çima beşdar bû? Tu çima beşdarî şahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bû û pirsên weki wê pirsîn û wiha axivî. "Dixwazin HDP’ê wekî îlegal nîşan bidin. Dixwazin xebatên wê kriminalize bikin. Bi vê yekê dixwazin xebatên me asteng bikin. Di bin çavan de mirovê 85 salî hebûn. Li ser şik û gumanan mirov bi rojan di bin çavan de man."