ÎZMÎR – Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Îzmîrê Mustafa Guven ji bo tayînkirina qeyûman got: “Biryara qeyûman dînamîtkirina îradeya jiyanek bi hev re ye.”
Rêveberên Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Miorva (ÎHD), Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) ên şaxên Îzmîrê têkildarî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên bajarên mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP’ê axivîn.
‘QEYÛM DÎNAMÎTKIRINA JIYANA BI HEV RE YE’
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Îzmîrê Mustafa Guven diyar kir ku tayînkirina qeyûman bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û got: “Dixwazin pirsgirêka kurd bi rêbaza şer çareser bikin. Hemû pêkanînên antîdemokratîk ên li Tirkiyeyê piştî Mutabata Dolmabahçeyê dest pê kirin. AKP ji bo îktîdara xwe biparêze dixwaze pirgirêka kurd bi polîtîkaya qeyûman çareser bike. Darbeya qeyûman li dijî hemû gelên Tirkiyeyê, karker, kedkaran e. Tayînkirina qeyûman dînamîteke ku xistine bin îradeya jiyanek bi hev re. Ji ber vê yekê mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dê pêk were gelek girîng e.”
‘HETA QEYÛM BÊN QEWIRANDIN TÊKOŞÎN’
Sekreterê Desteya Kordînasyona Bajêr a TMMOB’ê Melîh Yalçin jî da zanîn ku tayînkirina qeyûman berdewamiya şaşîtiyên neçareserkirina pirsgirêka kurd e û tevî ku AKP’ê di 31’ê Adarê de têk çû jî lê di ya xwe de israr dike. Yalçin anî ziman ku tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye û wek biryarek siyasî nirxand. Yalçin got divê ew bi bertekên xwe têkoşîna xwe ya li dijî qeyûman xurt bikin û heta qeyûm bên qewirandin.
‘POLÎS ÎŞKENCEYÊ DIKIN’
Nûnerê Şaxa TÎHV’ê Coşkun Ustercî jî bal kişand ser îşkenceya polîs li kolanan di xwepêşandanên li dijî qeyûman de li welatiyan dike. Ustercî da zanîn ku li gorî peymana li dijî îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) zordestiya polîsan a li kolanan tê kirin îşkenceyek giran e. Ustercî bang li rayedaran kir û xwest tundî û îşkenceya di çalakiyên li dijî qeyûman de derdikevin bidin rawestandin.
'BINPÊKIRINA SOSRET E’
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek jî destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman yekser mafê hilbijêran yê hilbijartinê ji destê wan hatiye girtin û ev yek tê wateya têkbirina demokrasiyê. Çîçek got bi tayînkirina qeyûman û ji dûrxistina kar a şaredar, endamên meclîsa şaredariyan û keyayan binpêkirina mafan a sosret e.