MÊRDÎN - Şukriye Okmen (57) ku ji roja destpêkê ya çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman li qadê ye û bi tilîliyên xwe rih dide qada çalakiyê, diyar kir ku tayînkirina qeyûm zilm e got ku ya we bi serkevin ya bi wê bi serkevin.
Çalakiyên ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê li tên lidarxistin, ketin roja 12'an. Yek cihê ku çalakî lê tên lidarxistin Mêrdîn e. Şukriye Okmen (57) ji roja destpêkê ya çalakiyan ve li qadê ye û bi tilîliyên xwe rih dide qada çalakiyê. Li gel mudaxaleyên bi gaz û av şid jî qada çalakiyê terk nake û bi laçika xwe rengîn bala herkesî dikişîne. Okmen ku ji bo tevlîbûna çalakiyan ji navçeya Stewrê hatiye navenda Mêrdînê, tayînkirina qeyûman weke zilm nirxand û wiha got: "Ji bo ku kesên min dengê xwe daye wan bi tenê nehilim ji roja destpêkê ve hatim pêşiya şaredariyê. Ev şaredarî ya me ye. Hevşaredarên me mirovên me ne. Em nikarin wan bi tenê bihêlin. Ji bo vîna xwe li vir im. Ez dixwazim bi sedan kesî re têbikoşim. "
40 SAL E TÊDIKOŞE
Di berdewamê de Okmen anî ziman ku ji roja destpêkê ya tayînkirina qeyûman hatine derbkirin û axaftina wiha domand: "Mirovên ku me ew hilbijartinê baştir in. Kî baş be em li cem wî ne. Ji ber vê yekê em têdikoşin. Bi salan e em li dijî zilmê têdikoşin. 4o sal in tişta ji destê min tê dikim. Çiqas zilme hebe em ewqas li ber xwe didin. Zilm li herkesî tê kirin. Em ji kesên ku zilm li wan tê kirin ne çêtir in. Em ê ji bo wan tekoşîna xwe bidomînin. Em ê ya bi serkevin ya bi serkevin. Çareya me tuneye. Em ê teqez bi serkevin. Dê têkoşîn me vala dernexe."
MA / Aydin Atay – Ahmet Kanbal