STENBOL - Hiqûqnas, hunermand û nivîskaran, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên HDP’ê dan û gotin: “Ger bertekên mûxalefetê hevbeş nebin, wê dûr were Stenbolê û Enqerê jî.”
Bertek û çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî qeyûmên tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP’ê hatin kirin, berdewam dikin. Parêzer Eşber Yagmurderelî, Derhêner Tulîn Ozen û Îlahiyatnas-Nivîskar Îhsan Elîaçik, derbarê tayînakirina qeyûman de axivî.
YAGMURDERELÎ: DI DÎROKA HIQÛQA TIRKIYE DE DEQEK REŞE
Prz. Eşber Yagmûrderelî, diyar kir ku tayînkirina qeyûman, piştî bi salan wê di dîroka hiqûqa Tirkiyeyê de weke “Deqek reş” bê pênase kirin û wiha axivî: “4-5 meh bi ser hilbijartinê re derbas bûn. Dûre 4 hevşaredara ji peywirê tên girtin. Hûn necarin ku ji bo vê daxuyaniyekê bidin. Ji bo ku hûn qeyûm tayînê 3 şaredariyan bikin, divê ku sûcê wan jî yek bin. Mantiqê hiqûqê vê yekê wisan dibêje. Lê dema em li rastiyê mêze dikin, tayînkirina qeyûman li dijî vîna hilbijartinê û pîvanê giştî yê demokrasiyê ye. Ne pêkane ku mirov hincetek hiqûqî di vê biryara Wezareta Karê Hûndir de bibîne. Ji xwe hûn lêbigirin jî, hûnê nebînin. Bi temamî bi hincetên siyasî ev biryara hatiye girtin.”
Yagmyrderelî, da zanîn ku divê bi awayekê aşkere tayînakirina qeyûman bê şermezarkirin û wiha got: “Ev rewşek nû nîne. Berê jî qeyûm tayînê cihê hilbijêran kirin. Teqez ev nayê qebûl kirin.”
OZEN: DIVÊ PIŞTGIRÎ BIDIN BAJARÊN QEYÛM TAYÎNÊ WAN HATIN KIRIN
Derhêner Tulîn Ozen jî, anî ziman ku li tu devera cîhanê pêkanînek wiha tuneye û wiha bilêv kir: “Mirovên ku bi dengek bilind tên hilbijartin, nabe ku qeyûm tayînê cihê wan bê kirin. Ev êrîşek li dijî mafane. Ev rewş tê wateye tune hesibandina vîna gelekê. Hikumet û desthilatdar ji bo ku winda neke, serî li rêbazên wiha didin. Divê partiyên heyî û hilbijêr li dijî van polîtîkayan bibin yek û piştgiriyê bidin bajarên ku qeyûm tayînê wan hatine kirin.”
ELÎAÇIK: LI DIJÎ HILBIJÊR DARBE Û BÊRÊZIYE
Îlahiyatnas-Nivîskar Îhsan Elîaçik jî, diyar kir ku tayînkirina qeyûman rast rast bi Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ve girêdayî ye û wiha axivî: “Tu hinceta hiqûqî ya vê biryarê tuneye. Tayînkirina qeyûman, darbeya li demokrasiyê hatiye xistine. Tayînkirina qeyûman li dijî vîna hilbijêran darbe û bêrêziye. Temamiya van biryaran siyasîne.”
JI BO STENBOL Û ENQERÊ NEBZ DIGIRIN
Elîaçik, destnîşan kir ku tayînkirina 3 qeyûman, di heman demê de ji bo Stenbol û Enqerê nebz digirin û wiha got: “Stenbol û Enqere ji bo wan pir bi nirxe. Li gorî em ev der keleha kapîtalîzmêye û deriyên rantê yên mezinînin. Divê mûxalif deriyên nû ji xwe re vebikin. Lazime ku siyasetmerdar xwe li herê derê bi rêxistin bikin. Ji ber ku nêzîkatiyek ‘îro dûre teye, sibe dûra mine’ heye. Tenê bi daxuyaniyan, ev kar nameşe. Divê hevkariyê bi şaredariyên ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînê cihê wan hatin kirin re bikin. Divê bê şert û merc, piştgiriyê bidin wan û pêngavên şênber bên avêtin. Pêwîste ku bertek bibin yek. Heya ku piştevanî û hevbeşî pêk neyê, wê dûr were wan jî. Divê vê yekê baş zanibin.”
MA / Bariş Ceyhan