STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî, ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Kartalê bê lidarxistin bang kirin û gotin, ew ê li qadên 1'ê Îlonê biqîrin û bêjin "em û qeyûman em ê li hev neyên."
Wê hêzên aştî û demokrasiyê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Kartalê mîtîngekê li dar bixin û ji bo mîtîngê bang li her kesî kirin.
ESP: ROJA BILINDKIRINA BERXWEDANA GEL
Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, got: "Divê em di 1'ê Îlona îsal de li dijî polîtîkayên şerî yyên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê helwesteke baş nîşan bidin. Lê beriya her tiştî jî v roj li dijî qeyûman, dagirkirin, talana AKP'ê û polîtîkayên şerî yên li Kurdistanê roja bilindkirina berxwedana gel a yekbûyî ye. Çimkî 1'ê Îlonê ji bo me ne rojeke ji rêzê ye."
Gumuştaş, destnîşan kir ku kesên dixwazin bi hev re bijîn divê li qadên 1'ê Îlonê bin û got: "Ji bo hevşaredarên me vegerins er karên xwe em û qeyûman em ê tu carî li hev nekin. Em ê tevî gelan bibêjin aştî. Partiya me hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê amadekariyên ji bo 1'ê Îlonê dike. Li Kurdistanê rêveberî û nûnerên me yên ESP'ê dibêjin 'em û qeyûman em ê li hev nekin.' Li Tirkiyeyê jî bi dirûşmeya 'Li dijî şer, dagirkirin û talana AKP'ê, berxwedana gel a yekbûyî' amadekariyên 1'ê Îlonê dikin."
SYKP: EM Ê POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ RAWESTÎNIN
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce got: "Helbet 1'ê Îlonê pir girîng e. Lê mixabin erdnîgariya me ernîgariyeke şerî ye. Loma 1'ê Îlon pir girîng e. Lê niha em bi talûkeyeke ku guleyê ber dide demokrasiyê re rû bi rû ne." Yuce, bal kişand ser tayînkirina qeyûman jî û got: "Em hay ji zext û zoriyên li ser HDP'ê û tevgera siyasî ya kurd hene. Li hêlekê li Rojhilata Navîn em bi siyaseta şer, li hêlekê jî sewqiyatên leşkerî yên ber bi sînor û li hêleke din jî cinayetên jinan, îstismarkirina zarokan, talankirina ekolojiyê re rû bi rû ne. Divê hêzên muxalif di 1'ê Îlonê de li dijî vê çanda şidetê dakevin qana û polîtîkayên qirêj rawestînin."
EMEP: LI HERÊMÊ AŞTÎ LI WELÊT DEMOKRASÎ
Seroka Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, destnîşan kir ku polîtîkayên şerî herî zêde tesîrê li kedkar û gelên xizan dike û bal kişand serê li Rojhilata Navîn. Gurkan, diyar kir ku ev polîtîkayên şerî û polîtîkayên qeyûman girêdayî hev in û got, kesên naxwazin bibin alîgirê van polîtîkayên şerî yên îktîdarç divê wateyeke girîng li bangawaziyên ji bo aştiyê bikin û got: "Di 1'ê Îlonê de em bang li çîna karkeran û kedkaran û tevahiya gelê xwe dikin ku ji bo li herêmê aştî û li welat demokrasî pêk bê bitêkoşin."
MA / Bariş Ceyhan