AMED – Nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl ên Amedê, ji bo aştiyê biqîrin bang li her kesî kirin ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê de li Qada Îstasyonê bin.
Amadekariyên HDP'ê û rêxistinên civaka sivîl ên ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê didomin. Wê mîtîng saet di 15:00'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Ji bo aştiyeke rûmet çareseriyeke demokratîk" bê lidarxistin. Ji bo mîtîngê li taxan, li esnaf û welatiyan belavok tên belavkirin.
‘EM AŞTIYÊ BIQÎRIN'
Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got, ew ê di serdemeke wiha de tevî kedkar û karkeran aştiyê biqîrin. Gurbuz, got: "Wê têkoşîna karkeran li qadan bê bilêvkirin. Ji bo ev pergala nemafdar û bêhiqûqî bi dawî bibe û pêvajoyeke demokratîk dest pê bike em ê tim li qadan bin."
'QEYÛM DARBE YE'
Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Dogan Hatûn, diyar kir ku ew ê bi girseyeke xurt tev li mîtîngê bibin û daxwazên xwe yên ji bo aştiyê biqîrin. Hatûn, got: "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo me pir girîng e. Di vê serdemê de qeyûm tayînî 3 şaredariyên mezin hatin kirin. Ev pêvajo pêvajoyeke antî demokratîk e û hewl dide bangawaziyên me yên ji bo aştiyê pûç bike. Em hay ji vê hene. Qeyûm darbeya li hemberî aştiyê ye."
Hatûn, banh li her kesî kir ku di 1'ê Îlonê de li Qada Îstasyonê (5'ê Hezîranê) bin.
Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê Nasir Demîrkiran jî diyar kir ku ew kedkar ji dêvla budçeya şer dibêjin budçeya kedkaran û got: "Wê têkoşîna me jî li ser vî esasî be. Em kedkar bi hemû reng û dengê xwe li dijî şer in û em tim jî li dijî şer bin. Bi salan e polîtîkayên şer didomin." Demirkıran, got ew ê tevî hemû pêkhateyên xwe di 1'ê Îlonê de li qadan bin.