AMED - Qeyûm Hasan Basrî Guzeloglû ku Midûrê Çapemeniyê yê Walîtiyê Mûstafa Çakmak kir Serokê Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel a ŞBMA'yê jî, du amîrên polîsan jî danî ser serokatiya daîreyan.
Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzloglû ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMA) hat kirin, li şaredariyê peywira daîreyan da 6 kesan. Ji van kesan her yek jê li du daîreyan dinere.
MIDÛRÊ ÇAPEMENIYÊ KIR SEROKÊ DAÎREYÊ
Qeyûm Guzeloglû, hemşeriyê xwe Mûstafa Çakmak danîbû ser Midûriyeta Çapemeniyê ya Walîtiya Amedê. Piştî tayînî ŞBMA'yê hat kirin, li gel peywira midûriyeta çapemeniyê ya walîtiyê Çakmak kir Serokê Daîreya Çapameniyê û Têkiliyên Gel a ŞBMA'yê jî.
Guzeloglû, hemşeriya xwe Çîmen Gultekîn Açar jî ku hevjîna Midûrê Xizmetên Xebat û Civakiyî ya Bajêr e jî kir Wekîlê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê.
SERÊ YEKÎ DU SEROKATÎ DU DAÎREYAN DA WAN
Guzeloglû, Midûrê Şaxa Midûriyeta Emniyetê ya Amedê Sadik Demîr jî kir Serokê Daîreya Çavkaniyên Mirovan û Wekîlê Daîreya Zabiteyan. Amîrê polîsan Ahmet Mûdû jî kir Wekîlê Serokê Daîreya Karên Zanyariyê. Sedat Karahanli jî kir Wekîlê Serokatiya Daîreya Parastina Hawirdorê û Serokatiya Daîreya Gihaniyê; Orhan Yaşar kir Wekîlê Serokatiya Daîreya Koordînasyona Çêkirina Rê û Serokatiya Daîreya Karên Fenê; Zekî Karahan kir Wekîlê Serokatiya Daîreya XizmetêND arayî û Serokatiya Daîreya Xizmetên Destekê; Mûstafa Kokûrtan kir Wekîlê Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çolterî û Serokatiya Daîreya Karên tenduristiyê û Alî Erîm jî kir Wekîlê Serokatiya Daîreya XizmetêN Werzîşê û Serokatiya Daîreya Karên Civakiyî.
SEROKÊN DAÎREYÊN DIN
Qeyûm Guzeloglû; Ahmet Mûdû kir Wekîlê Serokê Daîreya Karên Zanyariyê, Mûstafa Çakmak Kir Wekîlê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel, Hasan Yildirim kir Wekîlê Serokatiya Daaîreya Nivîsgehê, Çîmen Gultekîn Açar kir Wekîla Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, Davût Ayzit kir Wekîlê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, Şukru Kîkîzade kir WekîlÊ Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê, Haydar Tîksîn kir Wekîlê Serokatiya Daîreya Kontrolkirina Hundurîn, Sebahat Eşsîzoglû kir Wekîla Serokatiya Daîreya Avadanî û Bajarsaziyê, Ebîbekîr Ekîn kir Wekîlê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakiyî û Hîkmet Guneş jî kir Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çavkaniyên Mirovî.