* Dayikên Aştiyê yên bi rojane li dijî qeyûman li kolanan di çalakiyê de ne ji qeyûman re gotin: “Hûn çima li ser wî qoltixê we qezenc nekiriye rûdinên?”
* Fûrkan Karataş, diyar kir ku kesên xwe weke polîs didin nîşandan, li ser telefonê wî tim nerehet dikin û sîxurtiyê ferzî wî dikin. Karataş, da zanîn ku polîs tim nasnameya wî di GBT’ê re derbas dikin û li ser wî lêgerîn dikin.
* Qeyûm Hasan Basrî Guzeloglû ku Midûrê Çapemeniyê yê Walîtiyê Mûstafa Çakmak kir Serokê Daîrieya Çapemenî û Têkiliyên Gel a ŞBMA'yê jî, du amîrên polîsan jî danî ser serokatiya daîreyan.
* Hiqûqnas, hunermand û nivîskaran, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên HDP’ê dan û gotin: “Ger bertekên mûxalefetê hevbeş nebin, wê dûr were Stenbolê û Enqerê jî.”
* Şêniyên Taxa Hacibektaşli ya navçeya Salihliyê, diyar kirin ku ew ê li dijî JES'a ku SANKO Enerjî dixwaze çêbike çalakiyên xwe yên bobetê bidomînin û gotin, navçe veguheriya çopgeha JES'an.
* Parlementera HDP'ê Serpîl Kemalbay, got: "Ji bo tifaqa demokrasiyê, êdî wexta gavavêtina bi hev re hatiye. Êdî divê em zelal bin. Divê hêzên demokrasiyê gavên biwêrek bavêjin. Di serî de CHP û bi giştî tevahiya partiyên muxalof divê tenê qîma xwe bi şermzarkirinê neynin, bi berpirsiyarî tev bigerin."
* Navçeya Elkê ya ku bi hinceta ewlehiyê esker û polîs lê zêde kirine dişibe girtîgeh û qereolê. Welatiyên ku berê dixwestin biçin herêma Feraşinê ji bo bariyerên beton ên li ser rê hatibûn danîn li pêş xwe rakin neçar diman ku li xeta 155'an a polîsan bigerin. Lê niha li şûna bariyerên beton niha rê bi zincîran hatiye girtin.
* Nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl ên Amedê, ji bo aştiyê biqîrin bang li her kesî kirin ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê de li Qada Îstasyonê bin.
* Gulîstan Al ku li Edeneyê hat girtin, ji Girtîgeha Osmaniyeyê sewqî Girtîgeha Dîlokê ya girtiyên siyasî lê tune ye hat kirin. Hat diyarkirin ku Al, 6 meh in bi tena serê xwe di odeyekê de tê girtin.
* Nûnerên partiyên siyasî, ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Kartalê bê lidarxistin bang kirin û gotin, ew ê li qadên 1'ê Îlonê biqîrin û bêjin "em û qeyûman em ê li hev neyên."
* "Baxçeyê Gel" ê li Sûrê hat çêkirin, bêyî Midûriyeta Desteya Herêmê ya Parastna Heyînên Çandî ya Amedê pesend bike, çêkirina wê hat qedandin.
* Derket holê ku di navbera 2018-2019'an di dema rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de, bi 6 milyon lîreyî 10 îhale dane fîrmaya Midûrê Şaxa Projeyan Mûstafa Alp û birayên wî.
* Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman wê li Mêrdîn Wanê û Amedê bidome.
* Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqere û Stenbolê wê têkildarî amadekariyên Mîtinga 1'ê Îlonê Roja Aştîyê ya Cîhanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, wê li navenda giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)
* Baroya Amedê wê têkildarî aqûbeta cînayetê Tahîr Elçî di hefteya 191'an de çalika li pêş Edliyeya Amedê berdewam bike. (13.30)
* Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mızrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin wê bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê û Hevşaredarê Sûrê li taxa Melikahmetê parkê vekin. (14.30)