MÊRDÎN - Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik ê di çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman de axivî, ev tişt gotin: “Ger hûn veguhêzîna pereyên nelirêtiyê bigerin, li AKP’ê mêze bikin. Werin em bi hevre li dijî AKP’ê têbikoşin.”
Li Mêrdînê çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, di roja 11'emîn de bi tevlîbûna parlementer, rêveber û endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’ê û gelek welatiyan berdewam kir. Çalakî li Parka Karayollarî ya navçeya Artûklû hat lidarxistin. HDP’iyên nêzî 2 saetan çalakiya rûniştinê dewam kirin, bê navber dirûşme berz kirin û stran gotin. Polîsan destûr nedan ku welatî bikevin qadê. Welatiyan jî, li ser vê yekê ji dûrve bi lêxistina çepikan piştgirî dan HDP’iyan. HDP’iyan piştî çalakiya rûniştinê, daxuyanî dan.
PARLEMENTERAN ASTENGÎ NAS NEKIRIN
Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz daxuyanî da, lê daxuyaniya wî bi anonsên polîsan tim hat birîn. Koma jî, bi lêxistina çepikan bertek nîşanî polîsan dan. Îpekyuz ligel hişyarinên polîsan jî axaftina xwe dewam kir û wiha got: “Emê li dijî qeyûman bertekên xwe dewam bikin. Tirkiyeyê di her warî de ketiye nava krîzan. Tim baweriya me bi demokrasiyê hatiye. Gelê di hilbijartinê de bersiv xweş da rejîma AKP û MHP’ê. Divê hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn bersivek mezin bidin vê rejime. Em li ber xwe bidin. Emê bêdeng nemînin. Em natirsin. Emê bi hevre qezenc bikin.”
'RÊXISTINA HERÎ MEZIN A TERORÊ WELAT BIRÊVE DIBE’
Piştî axaftina Îpekyuz, Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik jî, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Ger hûn veguhêzîna pereyên nelirêtiyê bigerin, li AKP’ê mêze bikin. Ji me re dibêjin ev rêxistina terorê ne. Ez jî dibêjim ku ger hûn li rêxistina terorê bigerin, li AKP’ê mêzê bikin. Rêxistina terorê ya herî mezin a dîroka komarê, îro bi navê AKP’ê welat birêve dibe. Werin em ji li vê derê dest pê bikin û li dijî vê rêxistina terorê bi hevre têbikoşin.”
Komê piştî daxuyaniyê, bi berzkirina dirûşmeyan ber bi avahiya HDP’ê ya Mêrdînê ve meşiya.