STENBOL – Hêzên ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, diyar kirin ku ji bo li dijî siyaseta qeyûman xeta têkoşinê xurt bikin wê li Qada Kartalê Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li dar bixin banga tevlêbûna mîtingê kirin.
Hêzên ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, wê li Qada Kartalê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li dar bixin. Hêzên ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, amadekariyên mîtingê berdewam dikin. Wê saet di 13.00'an de li Qada Kartalê mîtine li dar bixin. Wê li dijî polîtîkayên qeyûm û şer ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin. Li ser navê Komîteya Amadekar a Mîtinga 1'ê Îlonê Atilla Ozdogan, banga tevlêbûnê kir û wiha got: “Hemû kesên aştî, xwişk û biratî, demokrasî, yekîtî û edaletê li Tirkiye dixwazin, pêwiste bêyî cudakariya bawerî, nasmame û rengan bikin bên tev li mîtîngê bibin. Em li bendê ne ku hemû kes li qada Kartalê kom bibin. Îsal 1'ê îlonê Roja Aştiya Cîhanê xwedî wateyek pir cuda ye. Di sala 1939'an de faşîzma Hitlerê Polonya dagir kir. Roja ku Hîtler Polonya dagir kir, wê rojê wekî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ilan kirin. Niha tişta li Rojhilata Navîn pêş dikeve jî ev bi xwe ye. Bi polîtîkayên şer dixwazin pêşeroja gelên Rojhilata Navîn tarî bikin."
‘EM Ê DAXWAZÊN AŞTIYÊ BIQÊRIN'
Ozdagan, destnîşan kir ku îktîdar di 4 salên dawî de hebûna xwe li ser şer berdewam dike û wiha lê zêdekir: "Em dixwazin êdî ev polîtîkayên şer bi dawî bibin. Em dixwazin li şûna wan em têkoşîna aştiyê xurt bikin. Divê ji bo aştiyê em bi hevre biqîrin. Em dizanin gelê me ji ber polîtikayên şer gelek tişt winda kirin. Erdogan bi xwe got 'Hûn dizanin buhayê guleyekê çiqas e?' û şerê heyî îtîraf kir. Ji ber polîtîkaşên şer gelên demokratîk li qer qadê rastî êrîşan tên. Mafê wan tê binpêkirin. Şer li zerara gelê Tirkiye ye. Tenê hêzên serdest di şer de qezenç dikin. Ji ber vê yekê divê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de gelê Tirkiye li dijî şer dakeve qada mîtînga aştiyê. Divê gelê Tirkiye bi hevre ji bo aştiyê biqîre."
Ozdogan, destnîşan kir ku qerina 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê wê helwesta hevpar a li dijî qeyûman be û wiha bi dawî kir: “Me dît ku bi pergala Serokmoriyê kesên demokrasî, aştî û edaletê dixwazgin ketin çi halî. Çi dibe bila bibe divê hêzên demokrasiyê yên aştî û edaletê dixwazin li qadê bibin yek û bi hevre dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû kesên aştî, xwişk û biratiyê û jiyanê diparêzin dikin ku ji bo mîtîngê li Qada Kartalê bibin yek û piştevaniyek xurt nîşan bidin."