AMED - Piştî ku derket holê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hasan Basrî Guzeloglû, di 1'ê Nîsana 2019'an de daxwaza qeyûmiyê kiriye, niha jî tê angaştkirin ku Sekreterê Giştî yê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûhsîn Eryilmaz ku weke mirovê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû tê zanîn, qeyûmê ne fermî ye û di 4 mehên xwe yên bi destûr de amadekariyên qeyûm kiriye.
Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve weke qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli hat kirin, rojek piştî Hilbijartina 31'ê Adarê, di 1'ê Nîsana 2019'an de nivîs ji Wezareta Karên Hundir re şandibû û daxwaza tayînkirina qeyûm kiribû. Di nivîsa xwe de cih dabû lêpirsîn, teqîbat û dozên derbarê Mizrakli de û daxwaz kiribû ku Mizrakli ji peywira xwe bê dûrxistin.
DI TEVAHIYA DESTÛRA XWE DE AMADEKARIYA QEYÛM KIRIYE
Piştî derketina vê belgeya bi sosret niha jî angaşteke din tê kirin. Mûhsîn Eryilmaz ku dema qeyûm Cûmalî Atîlla yê tayînî şûna hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatibû kirin, ji peywira xwe ya Wezareta Karên Hundir hatibû girtin û weke Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû tayînkirin. Eryilmaz di 16'ê Nîsanê de piştî ku HDP hatibû ser kar, şaredariyê terk kiribû û heta roja 19'ê Tebaxê ku qeyûm careke din tayînî şaredariyê hat kirin, bi raporên tenduristiyê nehat şaredariyê.
QEYÛMÊ ESIL ERYILMAZ E
Eryilmaz piştî tayînkirina qeyûm hat şaredariyê û di nav ekîba nû ya Guzeloglû de cih girt. Tê angaştkirin Eryilmaz ku weke mirovê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû tê zanîn, ji 1'ê Nîsanê ve bi Soylû dest bi amadekariyên qeyûm kiriye û di serê ekîbê de cih digire. Xebatkarên şaredariyê angaşt dikin ku Eryilmaz bi awayekî ne fermî weke qeyûm hatiye tayînkirin û şaredariyê bi rê ve dibe.