AMED – Cenazeyê endama HPG’ê Halîme Gunduz a 3 sal berê li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû û li Goristana Bêkesan hatibû veşartin, hat wergirtin. Hat zanîn ku polîsan destûr nedaye cenaze bibin mizgeftê û nimêja cenaze bê kirin.
Endama HPG’ê Halîme Gunduz (Bêrîvan Arjîn) di mijdara 2016’an de li Dersimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Polîsan cenazeyê Gunduz li Goristana Bêkesan a Meletiyê veşartibû. Malbata Gunduz ji bo wergirtina cenaze testa DNA’yê da Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Nimûneya xwînê ya DNA’yê piştî 2 salan bi encam bû. Li ser vê yekê malbat çû Meletiyê û cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan wergirt.
Malbatê cenaze anî Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê ya Amedê û bi şev di dorpêça polîsan de veşart.
DESTÛR NEDAN NIMÊJA CENAZE
Polîsan bi maşîneyên zirxî Goristanê dorpêç kirin. Polîsan ji bilî 15 kesên xizmên Gunduz destûr neda merasîma cenaze li dar bixin. Malbatê xwest cenaze bibin mizgefta goristanê û nimêja cenaze bikin. Malbatê da zanîn ku polîsan nimêja cenaze asteng kiriye.
Serdanên sersaxiyê ya Gunduz li Mala Şînê ya Farqîniyan tê qebûlkirin.