ÎDLIB – Tirkiye piştî li Idlibê Asê ma dîsa berê xwe da Rûsya. Lê li Tirkiye bersîva dixwest negirt û Rûsya Bersîva “Nokteyên çavdêriyê Vala bikin" da Tirkiye.
Operasyona Hêzên Rejîma Sûriye ya li Idlibe li dijî HTŞ/El Nusra didomin. Serokomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan di 27'ê Tebaxê de çû Moskova û bi Serokê Rûsya Vîladîmîr Pûtîn re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê di 28'ê Tebaxê de Balafirên şer ên Rejîma Sûriye li Idlibê li 10'emîn Nokteya Çavdêriyê ya Tirk a li herêma Şir Magarê xist. Balafirên şer ên Rejîma Sûriye û Rûsya di 23'ê Tebaxê de li 8'emîn Nokteya Çavdêriyê ya Tirk xistibûn. 9'emîn Nokteya Çavdêriyê ya Tirk a li Morekê ji 20'ê Tebaxê de di dorpêça eskerên Rûs û Sûriye de ne. Nokteya 9’emîn a li herêma Han Şeyhunê ketiye kontrola rejîma Sûriye. Sûriye piştî hevditina Pûtîn û Erdogan jî operasyonên li dijî HT'ê berdewam dike. Niha Rejîma Sûriye berê xwe daye nokteyên çavdêriyê yên TSK'ê. Peymana Astana ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiye de ji holê rakir Tiriye ji bo vê rewşê rast bike dîsa xwe avêt ber deriyê Rûsya. Hat hînbûn ku di hevditina Serokê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin de mijara Idlibê û Libya hatin niqaşkirin. Tirkiye di hevditinê de rewşa Idlibê anî rojevê xwest pêvajo li gorî Astana berdewam bike. Rûsya jî xwest Tirkiye eskerên xwe ji Idlibê vekişîne. Li gel ku 9'emîn Nokteya Çavderiyê ya Tirkiye ketiye dorpêçê û 2 nokteyên Tirkiye bûn hedef jî Tirkiye naxwaze eskerên xwe paşve bikişîne.
RÛSA XWEST TIRKIYE DERKEVE
Hat diyar kirin ku di hevdîtina Erdogan û Pûtîn de Rûsya ji Tirkiye xwestiye ku eskerên xwe ji Idlibê vekişînin. Tirkiye jî xwestiye li gorî peymana Astana Rejima Sûriye eskerên xwe ji cihê bi dest xistiye vekişîne. Sûriye jî nexwestiye ku cihê rizgar kiriye dîsa paşve bide. Niha tê niqaşkirin wê nokteyên çavdêriyê yên TSK'ê li ku bên avakirin. Ji bo vê yekê li herêma Halep û Lazkiyeyê dest bi lêkolînan kirine. Ev pêşketin di gotina Erdogan û Putin a “Me tedbîrên cuda girtin" de xwe dît.
Di hevdîtina Erdogan û Pûtîn a fuara balafirên şer ên Rûs ên SU-57 û SU-35'an de Erdogan ji Pûtîn re got “Ma vana difikirin" bal kişand ser xwe. Piştî vê hevdîtinê roja din balafirên şer Nokteya 10'emîn a li Gundê Zaviyê xist. Pişti hevdîtinan li bendê bûn ku têkiliyên li Idlibê ber bi başbûnê ve biçe, lê dijberî vê yekê li dijî komên TSK'ê yên Tirkiye û komên girêdayî wê êrîş didomin. Tê gotin ku Rûsya bi vê helwesta xwe ji Tirkiye dixwaze ku hêza xwe ji Idlibê vekişîne û peyamek bi vî rengî dide Tirkiye.
Tê diyarkirin ku Rûsya bi ve hamleya dawî dixwaze hemû erka Tirkiye ij destê wê bigire. Tirkiye jî êdî ketiye zorê. Tirkiye disala 2018'an de HTŞ/El Nusra xistibû lîsteya xwe ya terorê. Ji ber vê yekê nikare zêde li dijî daxwazên Rûsya jî dengê xwe bilind bike. Vê rewşê di nava HTŞ û komên din de bêzarî pêş xist. Ev komên li vê herêmê êdî baweriya xwe bi Tirkiye nînin. Tê diyar kirin ku hin kom êdî li dijî Tirkiye derdikevin.
MA / Nazim Daştan