AGIRÎ - Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Avkevir bi ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin.
Li navçeya Avkevir a Agiriyê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin. Navê kesên hatin binçavkirin wihane: Ahmet Kaya, Îlhan Bûdak, Mûsa Taşdemîr û Berhem Işik.
Polîsan 4 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Agiriyê.