DERSIM – Sîrên bejî yên li çiyayên Dersimê şîn dibin kîloyek bi 100 lîreyî tê firotin. Welatî hişyarî didin û gotin pêwîste bêyî ku sîr tovê xwe neweşîne neyê berhevkirin.
Sîrên bejî yên li çiyayê navçeyên Pilemûriye û Pulur ên Dersimê û li qûntarên Çiyayê Mûnzûrê şîn dibin li ser dezgehan cihê xwe girtin. Sîrên di biharê de şîn dibin û piştî di meha tebaxê de tovên xwe dirêjin, berhevkirina wan jî wek dawiya tebaxê û heta cotmehê tê zanîn.
KÎLO BI 100 LÎREYÎ TÊ FIROTIN
Sîra li çiyayan bejî şîn dibe cûreyek endemî ye. Ev nêzî 10 salane bazirganiy vê sîrê tê kirin. Kîloya sîra bejî bi 100 lîreyî tê firotin. Sîr li ser dezgehan namîne. Pir tê firotin. Şêniyên herêmê diyar dikin ku sîr heta tovê xwe nerêje pêwîste neyê berhevkirin, heke bêyî tovê xwe bireşîne bên berhevkirin dê metirsiyan bi xwe re bîne.
Nava van sîran bi awayek zanistî “Allium Tuncelianum e.” Ji bo wek îşaretek erdnîgarî bê zanîn sala par Miduriyeta Çandiniyê û Daristanê ya Dersimê serî li Saziya Patent û Marka a Tirk da û ev sîr derbasî kutikê kirin.
‘DIVÊ HETA TOVÊ XWE BIREŞÎNE NEYÊ BERHEVKIRIN’
Murat Kasun ê nêzî 5 salane sîra bejî berhev dike û difiroşe diyar kir ku berhevkirina sîrê ya bêwext û nezan zerarê dide xwezayê û dibe sedema tunebûna sîrê û metirsiyê wan ji vê yekê hene. Kasun da zanîn ku sîra bejî ji ber xwe ve şîn dibe û her sal xwe nû dike û dem bêwext tê berhevkirin dibe sedemê talankirina xwezayê. Kasun anî ziman ku heta sîr tovê xwe nerijîne divê neyê berhevkirin û piştî tovê diweşîne dikare bê berhevkirin.
‘LI ŞÛNA DERMANAN TÊ BIKAR ANÎN’
Kasun got sîra bejî dermanê her derdî ye û serê sibê zû diçe sîran berhev dike û rojê çend kîloyan berhev dike. Kasun da zanîn li gel sîr bihaye jî lê pirr tê firotin û got: “Nebatek ji rêzê nîne. Ji ber ku di şûna dermanan de tê bikaranîn kîlo bi 100 lîreyî tê firotin. Bi taybetî ji bo nexweşînên kezeb û roviyan derman e. Dema nexweşên van nexweşînan derman bikar tînin hewcehî bi dermanan nabînin.”
MA / Semra Turan