RIHA - Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, bal kişand ser komkujiyên li Amed, Pirsûs, Enqere û kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê û bidawîkirina “Pêvajoya Çareseriya Demokratîk" û got: "Daraz bi destê vîna siyasî tev digere û serbixwe tev nagere. Bûyerên heyî ronî nake. Ji ber vê yekê odeyên tarî bi operasyonên qeyûm dîsa ketine nava tevgerê. Ez bawer dikim ku hedefa bûyerên wê demê pêvajoya çareseriyê bû. "
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, der barê Pakêta Darazê ya ku Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan di 4'ê hezîranê de li Beştepe aşkere kiribû û bûyerên di sala 2015’an de li Amed, Enqere, Pirsûsê û Serêkaniyê pêk hatin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Oncel, diyar kir ku Tiriye di mijarên heyî de di qada navneteweyî de di standarttê de ne, lê di mijara pratîkê de bi pirsgirêk e.
Oncel, bal kişand ser pêvajoya 7'ê hezîranê û wiha got: "Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê bûyerên bi vî rengî di nava civakê de înfialek mezin ava kir. Piştî van bûyeran dîsa ketin hilbijartinê. Ev teqînên di vê pêvajoyê de bi armanca pêvajoyê xera bikin bi zanebûn û plan hatin kirin. Bi taybetî dosya komkujiya Pirsûsê ez û baroya me ji nêzîk ve dişopînin. Di vê bûyerê de hem di lêpirsînê û di darazê de paşguhkirinek mezin heye. Bi taybetî divê rewşa Abdullah Omer Aslan ê navê wî di dosya pirsûsê de heye bê lêkolîn û darizandin. Ez bawer dikim ku teqînên li Gara Enqere, Pirsûs û Amedê pêk hatin ji aliyê heman navendê ve pêk hatine. Di bûyera Serêkaniyê de kesên hatin binçavkirin, rastî îşkenceyek pir dijwar hatin. Piştre hemû bersûc hatin berdan. Ez bawer dikim ku li vir hedef pêvajoya çareseriyê bû. Mixabin piştî vê bûyerê pêvajoya çareseriyê bi dawî bû.
Di demên dawî de em dibînin ku hêzên tarî yên dixwazin Tirkiye têxin nava kaosê ketine nava liv û tevgerê. Tayînkirina qeyûman a Mêrdîn, Wan û Amedê jî plana van hêzên tarî ye. Meli Pirsûsê 33 mirovên xwe winda kirin. Ew 33 ciwan heta gihiştin Pirsûsê li gelek nokteyan di GBT'ê re derbas bûn. Lê ev hestiyarî û hasasiyet ji bo DAIŞ'ên bombevan nehat nîşandan. Ez dikarim ji bo komkujiya GAR'ê jî heman tiştî bêjim. Berê bûyerê plan dikin û amade dikin, lê piştî bûyerê ji bo ronîkirina bûyerê blokajê datînin ser bûyerê."
REFORMA DARAZÊ PÛŞNÛMA YE
Oncel, anî ziman ku stratejî û çarçoveya Reforma Darazê pêşnûmayek e û wiha axivî: "Hundirê vê pêşnûmayê bi zagonan tê dagirtin û guhertin. Tirkiye di milê darazê de pir bi pirsgirêk e. Îsal Vekirina Sala Edlî wê li Kuliyeya Serokomar pêk bê. Ev di nava civakê de bû mijara niqaşê. Ev yek tariyê dixe ser serxwebûn û bêalîbûna darazê. Hem li aliyeki makeqanûna cudahiya hêzan diparêzin û hem jî rê li pêş serxwebûna darazê digirin. Sicîla Tirkiye di vê meseleyê de ne paqij e. Bûyera Denîz Yucel û Rahip Brunson bi destê îktîdarê pêk hat. Dîsa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) der barê Selahattin Demîrtaş de ji aliyê vîna siyasî red kir. Got 'Em biryara DMME nas nakin."
NE ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD LI PÊŞ DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYE ASTENG E
Oncel, desnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd li pêş demokratîkbûna Tirkiye pirsgirêkek mezin e û wiha berdewam kir: "Heta ku hûn pirsgirêka Kurd çareser nekin hûn nikarin li Tirkiye qala demokrasiyê bikin. Niha em serdema İstibdatê dijîn. Hezar reformên darazê jî bînin meclîsê ger ku rast nexin neriyetê encam nagire. Ya giring van pêkatan çawa dixin meriyetê. Li aliyekî Serokomar dibêje “êdî wê îşkence qet nebe" Lê di keliya ev tişt got de Şaxa TEM'ê ya Rihayê li navçeya Xalfetî û Hewagê li kesên binçavkirin îşkenceya giran kirin. Di dema ku bêaliyê darazê tê niqaşkirin niha bûyera Beştepe ket rojevê. Qeyûm tayînî Amed, Mêrdîn û Wanê kirin. Tirkiye vê yekê heq nake. Ez 22 salin parêzer im. Lê heman tişt dubare dibin.
MA / Muhamed Abdulkadir Esen