AMED - Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Sînan Tûtal ê li Amedê piştgiriyê dide çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman, diyar kir ku têkoşîna hevpar wê karibe vê pêvajoyê têk bibe.
Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî qeyûman berdewam dikin. Çalakiya rûniştinê ya her roj li Kolana Lîsê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê saet 11’an dest pê dike, rastî eleqeyek mezin tê. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Sînan Tûtal ê piştgiriyê dide çalakiyê, diyar kir ku ew li dijî darbeyane. Tûtal, da zanîn ku hikumeta AKP’ê bi tayînkirin qeyûmên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê darbeye siyasî kiriye û şaredariyên ku di hilbijartinê de nekariye qezenc bike, bi tayînkirina qeyûman deste ser dike.
‘KESÊN DEMOKRATÎK DIVÊ LI DIJ DERKEVIN’
Tûtal, da zanîn ku bi rojane li dijî qeyûman li kolanan e û wiha got: “Ji bo piştevaniya gelê Amedê, em hatin bajêr. Bloka AKP-MHP’ê berî hilbijartinan jî, sînyalên tayînkirina qeyûm dabûn. Wê demê jî gotibûn ‘ger li herêmê HDP qezenc bike, emê qeyûm tayîn bikin. Bila hemû kes li gorî wê gav bavêje.’ Bi vî awayî gel û hemû beşên civakê tehdît kirin. Ji xwe em jî li benda pêkanînek wiha bûn. Divê hemû hêzên demokratîk li dijî qeyûman, bi gelên li van bajaran re dijîn mil bidin milê hev û têkoşîna xwe mezintir bikin.”
‘WÊ QEYÛM BIÇIN’
Tûtal, da zanîn ku tayînkirina qeyûman, ne li gorî aqîl, wijdan û hiqûqiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû kesên dibêjin ez demokratîm divê li dijî qeyûman derkevin. Lazime ku ev têkoşîn bê mezinkirin. Têkoşîna hevpar, encex karibe vê pêvajo têk bibe. Bi awayekê aşkere em dibêjin wê qeyûm biçin û hevşaredar vegerîn ser peywira xwe.”