AMED – Dayika girtî Emrah Bayram, Perîşan Bayram diyar kir ku kurê wê ji wê re gotiye mêşan dikin di nava xwarina wan û gardiyan êrîşî girtiyan dikin.
Girtîgeha Tîpa L a Patnosê dîsa bi binpêkirina mafan di rojevê de ye. Perîşan Bayram a ku bi rêya telefonê bi kurê xwe Emrah Bayram ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê tê girtin re axivî. Perîşan Bayram behsa binpêkirina mafan ên li girtîgehê pêk tên kir.
‘MÊŞ DI NAVA XWARINA ME DE DERDIKEVIN’
Bayram diyar kir ku kurê wê di 27’ê tebaxê de bi telefonê bi wan re axiviye û tiştên kurê wê jê re vegotiye wiha anî ziman: “Mêş û tiştên pîs di nava xwarina me de derdikevin. Gardiyan bi ser odeyên me de digirin. Cezayê hevdîtin û ragihandinê ya ji bo mehekê dane me. Heqaretê li me dikin.”
‘BERPIRSYAR MIDUR E’
Bayram anî ziman ku berpirsyarê van kiryaran Midurê Girtîgehê Ehmed Ergun e û heke wisa biçe cenaze dê ji hepsê derkevin. Bayram da zanîn ku ji bo binpêkirina mafan ên li girtîgehê serî li Komeleya Piştevanî û Alikariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dane.
Têkildarî mijarê em li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê geriyan. Rayedarên girtîgehê îddîa red kirin.