ÎZMÎR - Endama Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Gulcan Taşkiran, destnîşan kir ku divê Ahmet Davûtoglû, komkujiyên di navbera 2014-2016'an de pêk hatin û pvajoya ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir vebêje.
Wezîrê berê Ahmet Davûtoglû, di axaftineke xwe de gotibû: "Eger defterên di warê têkoşîna li hemberî teror de bên vekirin, wê gelek kes nikaribin derkevin nav mirovan. Di pêşerojê de eger dîroka Komara Tirkiyeyê bê nivîsandin, bawerim wê ji serdemên herî krîtîk ê vê dîrokê yek jê jî serdema di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de be."
Endama Partiya Meclîsê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Gulcan Taşkiran, diyar kir ku polîtîkaya ku Davûtoglû dike polîtîkayeke durû ye. Taşkiran, bi bîr xist ku komkujî di dema Davûtoglû de pêk hatine û got: "Eger ji ber wan komkujiyan poşman be, nexwe divê komkujiyên di navbera 2014-2016'an de pêk hatin û pvajoya ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir vebêje."
‘DURÛTIYÊ DIKE'
Taşkiran, destnîşan kir ku di her serdemeke tarî de kesê vê serdemê birêxistin dike heye û got, Davûtoglû jî yek ji van kesa ye. Taşkiran, bilêv kir ku ji ber berjewendiyên Davûtoglû û AKP'ê li hev derneketine îdia dike ku ew ê vê yekê aşkere bike û bi vî awayî hewl dide raya giştî bixapîne. Taşkiran got: "Di Komkujiya Pirsûsê de 33 canên me jiyana xwe ji dest dan. Di Komkujiya Gara Enqereyê de zêdetirî 100 mirov jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Paşê serdemeke şer a nû dest pê kir. Em bawer nakin ev rewşa tarî derî Davûtoglû hatibe kirin. Helbet Davûtoglû jî yek ji mîmarên vê yekê ye. Niha wekî ku hayê wî ji wan tiştan tune be diaxive û durûtiyê dike."
Taşkiran, diyar kir ku ji ber Davûtoglû niha hewl dide partiyekê ava bike tiştên wisa dibêje û got: "Divê li gor îktîdara Erdogan, tiştekî cuda bêje. Şer, zext û zorî li her derî heye. Niha qeyûm tayînî 3 şaredariyên mezin ên kurdan hatine kirin. Mirov ji bo mafên xwe daketine kuçeyan û dewlet bi cop û ava şid êrîşî wan dike. Li Tirkiyeyê cinayetên jina, îstismarkirina zarokan, nelêrêtî her diçe zêdetir dibe. Di pêvajoyeke wisa de sedemeke gotineke wisa tê wateya xapandinê û guherandina rojevê."
‘DIVÊ EM BITÊKOŞIN'
Taşkiran, destnîşan kir ku wê Davûtoglû nikaribe ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê tiştekî bike û sozên ku AKP'ê di sala 2002'yan de dan bi bîr xst û got, AKP gelên Tirkiyeyê xapandiye. Taşkiran, diyar kir ku yek ji mîmarên wê serdema tarî jî Davûtoglû ye û ew ê wê serdemê ji bîr nekin. Taşkiran, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê demokrasî û azadî bi têkoşîneke hevpar pêkan e û ji bo careke din komkujî pêk neyê divê ew bitêkoşin.
MA / Esra Solîn Dal