'Em ê bi rêxistinkirinê zilmê têk bikin'

  • rojane
  • 14:18 26 Mijdar 2017
  • |
img

ENQERE - Di kongreya EMEP'ê de peyama têkoşîna bi hev re ya li dijî AKP'ê hat dayîn. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di peyama xwe de ev tişt got: "Ev zilm û zora ku li ser me tê ferzkirin, em dikarin bi rêxistinkirina herî baş têk bibin."

Partiya Kedê (EMEP) bi dirûşma "Em li dijî yek zilam, yek partiyê di demokrasî û aştiyê de bên gel hev" 8'emîn Kongeya Mezin a Asayî pêk anî, berdevkên partî û sendîkayan ên beşdarî kongreyê bûn, bang li hêzên demokrasiyê kirin ku li dijî kaos û şerê ku AKP'ê bi pêş xistiye, bibin yek û têkoşînek hevpar bimeşînin.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, diyar kir ku ew di pêvajoyeke derbeya siyasî re derbas dibin û wiha got: "Erdogan, dixwaze faşîzmê mayînde bike û desthilatdariya xwe bimeşîne. Em wekî beşên civakî li dijî vê derbeyê tê dikoşin. Piştî gel û bindestan li dijî vê derbeyê serî rakir, hêzên serdest ev derbe xistin meryetê. Ji bo van daxwazna bitepisînin serî li rêbaza derbeyê dan. Dema em li Tirkiyeyê mêze dikin, wateya vê divê têkoşîna azadiya kurd bê mezin kirin. Dixwazin vê têkoşînê bipelçiqînin. Ev têkoşîn dide nîşan, dê Tirkiye jiyaneke demokratîk bijî an na. Dê Tirkiye bibe welatekî demokratîk an, dê gel bên pelçiqandin? Divê em bersiva vê bidin. Tevgera siyasî ya kurd bi têkoşîna demokratîk bersiva vê dide. Kesên li Tirkiyeyê dibêjin em li dijî rejîma AKP-Qesrê ne, ev qas bi vekirî vê peyamê didin? Kesên xwestin bi êrîşan HDP'ê têk bibin û di vir de bi ser neketin, bi derbe û şidetê dixwazin bigihêjin armanca xwe, lê divê em li dijî van êrîşan mil bidin hev."
 
Kemalbay got ku "Dê HDP nebe partiya yek reng û zayend parêz" û bang li tevahiya hêzên sosyalîst kir ku ji bo çareseriya demokratîk a kurd tê bikoşin. Kemalbay destnîşan kir ku AKP bi vê polîtîkaya xwe gelên li Rojhilata Navîn dikişîne nava şer û wiha got: "Divê hêzên demokrasiyê min bi mil bin. Ev têkoşîn di heman demê de têkoşîna azadiya gelan e. Têkoşîna hemû kedkaran e. Têkoşîna azadiya karker û civakan e. Têkoşîna jinên duh li kolanan bûn. Em şer na, aştiyê dixwazin. Em divên bila gelên li Iraq û Sûriyeyê bi hev re bijîn. Lê AKP û rejîma Qesrê welatan dikişînin nava şer. Em wekî HDP gelên li welat dixwazin bigihînin demokrasî û aştiyê."
 
DEMÎRTAŞ: TÊKOŞÎNA PÊŞKETÎ DÊ ZILMÊ TÊK BIBE
 
Piştî axaftina Kemalbay, peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê şandibû, ji hêla dîwanê ve hat xwendin.
 
Demîrtaş di peyama xwe de got ku "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û ev tişt got: "Ez 8'emîn Kongreya EMEP'ê pîroz dikim, ji hemû kesên li salona kongreyê re silavên xwe dişînim. Ev zilama ku li ser me ferz dikin, em tenê dikarin bi rêxistinkirinê têk bibin, têkoşînê mezin bikin. Kongreya EMEP'ê jî di vê çarçoveyê de gaveke girîng e. Têkoşîna me ya aştî, demokrasî û kedê ya ku me bi hev ra ava kiriye, dê bi hevgirtinê bigihêje sekeftinê."
 
BEKO: HETA DÎKTATOR TÊK BIÇE...
 
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko jî destnîşan kir ku divê li dijî OHAL'ê têkoşîna hevpar bê dayîn û ev wiha pê de çû: "Heta mazlum ranebin ser piyan dê dîktator çong daneynin. Heta dîktator çong daneynin erdê, divê mexdûr û mazlim rabin ser piyan. Em ê ji bo qehremanên ku me winda kirine rabin ser piyan. Em ê ji bo kevokên xwe yên aştiyê yên me li Enqereyê ew winda kirin, em ê rabin ser piyan. Em ê ji bo şehîdên xwe yên li vê erdnîgariyê têkoşîn dane rabin ser piyan."
 
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk jî aşkera kir ku bi pêvajoya OHAL'ê re hemû maf û azadiya sendikayan hatiye sînorkirin û kes nikare xwe bi rêxistin bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî derbeya 15'ê Tîrmehê welat veguherî kaosê. Meclis hat bê bandor kirin û rejîma yek zilamî serdest e." Bozgeyîk da zanîn ku heke li hemû qadan têkoşîn bê mezinkirin, dê OHAL û zilim ji holê rabe.
 
TUM: EM Ê BI HEV RE BIMEŞIN
 
Wekîlê CHP'ê Mehmet Tum got ku "Em hêviyên xwe yên pêşerojê winda nekin" û wiha got: "Em ê teqes bi ser kevin. Rêya serkeftinê li hemû qadan têkoşîna hevpar e. Em çawa di meşa edaletê de bi hev re meşiyan, îro şûn ve jî em ê li dijî paşverûtiyê bimeşin."
 
Hevseroka SYKP'ê Tulay Hatîmogullari jî ev nirxandin kir: "Em ê destûrê nedin di navbera jinan de cudakarî bê kirin. Em ê li dijî şer têkoşîna xwe dewam bikin. Di vê salonê de jî hat piştrastkirin ku ji derveyê demokasiyê tiştekî ku em hilbijêrin tune. Em ê bigihêjin hev û bi ser kevin. Em wekî SYKP piştgiriyê didin xeta têkoşînê ya ku tê avakirin."
 
 
 

Sernavên din

28/11/2017
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike
22:16 Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê hat taloqkirin
17:13 Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan hat berdan
17:04 Dadgehê biryar da ku Gulmen girtî bimîne
16:42 Di serdegirtina malan de 91 kes hatin binçavkirin
16:26 Demîrtaş ji doza Rojnameya Starê beraet kir
15:18 ÎMO: Mînareya Çar Ling bi xerabûnê re rû bi rû ye
14:45 'Ne baran kevir jî bibarin em karê xwe dixwazin'
14:39 Leşkerek bi guman mir
14:38 Rûken Cansiri ji nexweşxaneyê hat derxistin
14:35 Di kana komirê de hezaz pêk hat
14:34 4 çalakgerên Yukselê hatin binçavkirin
14:28 Di dozên tundiya li dijî jinan de qanûn tên îhlalkirin
14:08 Endamê Koma Aştiyê Seydî Firat hat binçavkirin
14:05 Di mîhrîcana şanoyê de dê 37 lîstikan bên pêşandan
13:11 'Xwedêyo! Dar qut nekirana...'
13:04 Li Kocaeliyê 3 HDP'î hatin binçavkirin
12:22 Nivîskar Fîkret Başkaya hat berdan
12:09 Irmak bi zorê anîn odeya SEGBÎS'ê
12:04 Pirsên balkêş ji HDP’iyan pirsîn
12:00 20 girtî 167 rojin di hucreyan de ne
11:57 Ji Tirkiye geriyan û ji malbata Êzidî 60 hezar dolar fîdye xwestin
11:37 Ji bo Nuriye Gulmen daxwaza berdanê
10:49 Jina ku Elçî jê nerîn girt: Ji ber sekna xwe hat qetilkirin
09:47 Li 4 gund û 6 mezrayan qedexeya derketina derve îlan kirin
09:26 Ji heman malbatê 8 kes jehrî bûn
09:26 Hevserokê li mal nebû, hevjîna wî binçav kirin
09:17 Karkerên zeviyên pembû zarok in
09:17 Dadgehê polîs berat kir û birayê kuştî jî ceza kir
09:16 Ji wê rojê şûn ve Minareyê şîn girêdaye
09:15 Xwestin tevî kelepçeyê rontgenê bikişînin
09:14 Pîra 72 salî bi keda xwe li ser piya ye
09:14 'Ev Tarsûs e, cihê dewletê ye, naşibe cihên din'
09:13 Dolar bihabûn TIR jî rawestiyan
09:12 Estukyan: Îktîdar gotina nifrînê belav dike
09:11 Karkerên çalakger: Oboriya wezîran baş e lê ya me?
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2017'AN
08:08 Nivîskar Fîkret Başkaya hat binçavkirin
26/11/2017
20:04 Ji bo Misirê li Tirkiyeyê rojek şîn hat îlankirin
19:54 Polîsan 6 çalakvanên Kolana Yukselê binçav kir
18:33 Elçî bibîr anîn: Dawiya dawî tarî dê ronî bibe
17:08 Gurkan dîsa Seroka Giştî ya EMEP'ê ye
16:43 Ji ber êrîşa li dijî dêrê kesek hat binçavkirin
16:42 3 helîkopterên Rûs li Helêbê hatin xistin
16:00 Taxeke Farqînê hat dorpêçkirin
15:16 Dozger heta 5 salan ceza ji Fîgen Yuksekdag dixwaze
14:44 ‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand'
14:43 Bertek nîşanî polîsan da: Ji ber ku ez AKP'î me ez ji xwe şerm dikim
14:19 Di serdegirtinên malan de 13 kes hatin binçavkirin
14:18 'Em ê bi rêxistinkirinê zilmê têk bikin'
13:58 Cenazeyekî şewitî li Stenbolê hat dîtin
13:50 AKP'ê bi 60 milyar dolar malê cemaweriye firot
13:34 ‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand'
13:16 EMEP: Em li dijî yek mirovî di demokrasiyê de bibin yek
11:16 Dadger xwest mirî bi SEGBÎS'ê beşdarî dadgehê bibe
10:26 2 sal di ser kuştina Elçî re borî: Kameraya polîsan li ku ye?
10:13 Sibe danişîna Gulmen û Ozakça ye: Bê hiqûqî destpêkir û bê hiqûq didome
09:54 'Me Newala Dîcleyê fêm bikira dê dawî wiha nebûya'
09:14 Piştî 15 salan cîhan pêşniyara ‘di olê de reform’ a Ocalan nîqaş dike
09:13 Parêzera 10’ê Cotmehê: Polîsan şopandine lê nekirine
09:12 40 hefte ne li kuçeyan e: OHAL wê bi têkoşînê rabe
09:11 Altiparmak: Îşkence encama polîtîkayên ‘bê ceza hiştinê' ye
09:10 3 cenaze winda ne, 10 cenazeyan jî nadin malbatan
09:04 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2017'AN
25/11/2017
21:17 Şanohez careke din temaşeyî lîstika “Heft û Heşta Du Kesan” kirin
18:42 Hevjîna Kemal Gun jiyana xwe ji dest da
17:31 Xebatkarên TV10: Bila zextên li ser rojnamegerên jin bi dawî bibin
16:26 Kemalbay: Bila tecrîda li Îmraliyê rabe aştî bê
16:20 Yildirim: Êrîşa hişk titûnvan provoke kir
16:09 Wê Amed Tahîr Elçî bi bîr bîne
16:08 Ozelmali yê nexweşiya Wernicke Korsakoffê berdin
15:51 Jinan li Şirnex û Amedê tundiya mêr û dewletê şermezar kirin
15:38 Rapora salekê ya binpêkirina mafên jinan: 56 jin bi tundiyê hatin kuştin
15:32 'Bila jinên girtî ên nexweş serbest bên berdan'
15:22 Rapora Tîpa T a Denîzliyê: Em ê we bikujin
15:06 Xizmên windayan: Dewlet bixwaze dikare kujerên Elçî ronî bike
14:48 Yuksekdag: Yên cengê dikin û em hene
14:45 Polîsan li Kolana Yukselê jin darp kirin
14:25 'Divê saziyên jinan ên hatin girtin bên vekirin'
14:22 Karkerê li ber ÎBB'ê di grevê de: Malbateke me ya em xwedî dikin heye
14:21 Kesên li Misirê mirin gihişt 305’an
14:04 Dayikên Şemiyê: Çima goreke em qurnafîlan dînin ser tune?
13:47 Prz. Îsteklî 11 rojin di bin çavan de ye
13:38 Meclisa Jinan a HDP’ê: Şerê li dijî faşîzmê xwedîderketina jiyanê ye
13:17 Mitînga ‘Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyanê azad bikin’ dest pê kir
13:15 Parlamenterê HDP’ê Onder, malbata Eroglu ziyaret kir
12:41 HDP’ê komkujiya Misirê şermezar kir
12:38 Komîsyonê 'Butçeya şer' qebûl kir
12:37 ‘Tundiya li ser jinê nayê ceza kirin’
12:37 DÎSKÎ'yê sedema qûtbûna avê bi Dîcle Epsaşê ve girêda
12:34 Titûnvan: Zagon semsûriyan mehkumî karkeriya demsalî dike
11:54 Çîrokên serkeftina jinên Sûriyeyî: Eşîk
11:50 Soro: Soçiya beyî kurdan ji cih guhertinê wêdetir kêr nayê
11:49 Ji bo germ bibin kuçe bi kuçe depan kom dikin
11:33 9 kes li Senbolê hatin binçavkirin
11:32 Qedexeya li Farqînê hat rakirin