'Em ê bi rêxistinkirinê zilmê têk bikin' 2017-11-26 14:18:34 ENQERE - Di kongreya EMEP'ê de peyama têkoşîna bi hev re ya li dijî AKP'ê hat dayîn. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di peyama xwe de ev tişt got: "Ev zilm û zora ku li ser me tê ferzkirin, em dikarin bi rêxistinkirina herî baş têk bibin." Partiya Kedê (EMEP) bi dirûşma "Em li dijî yek zilam, yek partiyê di demokrasî û aştiyê de bên gel hev" 8'emîn Kongeya Mezin a Asayî pêk anî, berdevkên partî û sendîkayan ên beşdarî kongreyê bûn, bang li hêzên demokrasiyê kirin ku li dijî kaos û şerê ku AKP'ê bi pêş xistiye, bibin yek û têkoşînek hevpar bimeşînin.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, diyar kir ku ew di pêvajoyeke derbeya siyasî re derbas dibin û wiha got: "Erdogan, dixwaze faşîzmê mayînde bike û desthilatdariya xwe bimeşîne. Em wekî beşên civakî li dijî vê derbeyê tê dikoşin. Piştî gel û bindestan li dijî vê derbeyê serî rakir, hêzên serdest ev derbe xistin meryetê. Ji bo van daxwazna bitepisînin serî li rêbaza derbeyê dan. Dema em li Tirkiyeyê mêze dikin, wateya vê divê têkoşîna azadiya kurd bê mezin kirin. Dixwazin vê têkoşînê bipelçiqînin. Ev têkoşîn dide nîşan, dê Tirkiye jiyaneke demokratîk bijî an na. Dê Tirkiye bibe welatekî demokratîk an, dê gel bên pelçiqandin? Divê em bersiva vê bidin. Tevgera siyasî ya kurd bi têkoşîna demokratîk bersiva vê dide. Kesên li Tirkiyeyê dibêjin em li dijî rejîma AKP-Qesrê ne, ev qas bi vekirî vê peyamê didin? Kesên xwestin bi êrîşan HDP'ê têk bibin û di vir de bi ser neketin, bi derbe û şidetê dixwazin bigihêjin armanca xwe, lê divê em li dijî van êrîşan mil bidin hev."   Kemalbay got ku "Dê HDP nebe partiya yek reng û zayend parêz" û bang li tevahiya hêzên sosyalîst kir ku ji bo çareseriya demokratîk a kurd tê bikoşin. Kemalbay destnîşan kir ku AKP bi vê polîtîkaya xwe gelên li Rojhilata Navîn dikişîne nava şer û wiha got: "Divê hêzên demokrasiyê min bi mil bin. Ev têkoşîn di heman demê de têkoşîna azadiya gelan e. Têkoşîna hemû kedkaran e. Têkoşîna azadiya karker û civakan e. Têkoşîna jinên duh li kolanan bûn. Em şer na, aştiyê dixwazin. Em divên bila gelên li Iraq û Sûriyeyê bi hev re bijîn. Lê AKP û rejîma Qesrê welatan dikişînin nava şer. Em wekî HDP gelên li welat dixwazin bigihînin demokrasî û aştiyê."   DEMÎRTAŞ: TÊKOŞÎNA PÊŞKETÎ DÊ ZILMÊ TÊK BIBE   Piştî axaftina Kemalbay, peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê şandibû, ji hêla dîwanê ve hat xwendin.   Demîrtaş di peyama xwe de got ku "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û ev tişt got: "Ez 8'emîn Kongreya EMEP'ê pîroz dikim, ji hemû kesên li salona kongreyê re silavên xwe dişînim. Ev zilama ku li ser me ferz dikin, em tenê dikarin bi rêxistinkirinê têk bibin, têkoşînê mezin bikin. Kongreya EMEP'ê jî di vê çarçoveyê de gaveke girîng e. Têkoşîna me ya aştî, demokrasî û kedê ya ku me bi hev ra ava kiriye, dê bi hevgirtinê bigihêje sekeftinê."   BEKO: HETA DÎKTATOR TÊK BIÇE...   Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko jî destnîşan kir ku divê li dijî OHAL'ê têkoşîna hevpar bê dayîn û ev wiha pê de çû: "Heta mazlum ranebin ser piyan dê dîktator çong daneynin. Heta dîktator çong daneynin erdê, divê mexdûr û mazlim rabin ser piyan. Em ê ji bo qehremanên ku me winda kirine rabin ser piyan. Em ê ji bo kevokên xwe yên aştiyê yên me li Enqereyê ew winda kirin, em ê rabin ser piyan. Em ê ji bo şehîdên xwe yên li vê erdnîgariyê têkoşîn dane rabin ser piyan."   Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk jî aşkera kir ku bi pêvajoya OHAL'ê re hemû maf û azadiya sendikayan hatiye sînorkirin û kes nikare xwe bi rêxistin bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî derbeya 15'ê Tîrmehê welat veguherî kaosê. Meclis hat bê bandor kirin û rejîma yek zilamî serdest e." Bozgeyîk da zanîn ku heke li hemû qadan têkoşîn bê mezinkirin, dê OHAL û zilim ji holê rabe.   TUM: EM Ê BI HEV RE BIMEŞIN   Wekîlê CHP'ê Mehmet Tum got ku "Em hêviyên xwe yên pêşerojê winda nekin" û wiha got: "Em ê teqes bi ser kevin. Rêya serkeftinê li hemû qadan têkoşîna hevpar e. Em çawa di meşa edaletê de bi hev re meşiyan, îro şûn ve jî em ê li dijî paşverûtiyê bimeşin."   Hevseroka SYKP'ê Tulay Hatîmogullari jî ev nirxandin kir: "Em ê destûrê nedin di navbera jinan de cudakarî bê kirin. Em ê li dijî şer têkoşîna xwe dewam bikin. Di vê salonê de jî hat piştrastkirin ku ji derveyê demokasiyê tiştekî ku em hilbijêrin tune. Em ê bigihêjin hev û bi ser kevin. Em wekî SYKP piştgiriyê didin xeta têkoşînê ya ku tê avakirin."