STENBOL - Berî ku lêpirsîna derbarê îşkenceya ku li Xalfetiyê li welatiyan hatibû kirin temam bibe, ji ber parvekirinên têkildarî vê îşkenceyê lêpirsîn li Endamê Melisa Partiyê ya HDP'ê Nesîm Aday hat vekirin.
Bi hinceta parvekirinên medya civakî, derbarê Nivîskar û Endamê Melisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nesîm Aday de lêpirsîn hat vekirin. Miduriyeta Polisan a Rihayê, Aday li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê îxbar kir û daxwaz kir ku derbarê wî de doz bê vekirin. Serdozgeriyê bi munasebeta ku navnîşana Aday li Stenbolê ye, biryara bêerkdariyê da û dosyaya îxbarê ji Buroya Lêpirsîna Sûcê Taybet a Dozgeriya Bakirkoy a Stenbolê re şand. Dozgeriya Bakirkoyê îxbarê qebûl kir û derbarê Aday de bi hinceta ku "Sazî û dezgehên dewletê, Komara Tirkiyeyê û neteweya tirk" biçûk xistiye, lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Aday duh îfade da.
Parvekirina nûçeya axaftina xwe ya ku di 6'ê Gulana 2019'an de li Mala Cemê ya Amedê têkildarî Komkujişya Dersimê kiriye, ji bo Aday sûc hatiye hesibandin. Dîsa parvekirina Aday a bi hastaga “#halfetideiskencevar” a di 21'ê Gulana 2019'an de ya bi vî rengî, 'Ev wêne ne bi hiqûqa welatîbûnê ne bi adaleta îslamê dikare û ne jî girêdana biratiyê bê aşkerakirin; ev hiqûqa mêtîngehê' jî sûc hatiye hesibandin.
Aday têkildarî lêpirsîna ku lê hatiye vekirin axivî û diyar kir ku dê nivîsandina mafdariya xwe berdewam bike.