MÊRDÎN - Mustafa Yaman ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin beşdarî operasyona eskerî ya di navbera Mêrdîn Şirnex û Êlihû bû û li qada operasyonê bi eskeran re wêne kişand.
Wezîrê Karên Hun Suleyman Soylu, Waliyê Mêrdîne Mûstafa Yaman wekî qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir. Mustafa Yaman piştî wekî qeyûm hat ser şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tev li operasyona eskerî bû. Mustafa Yaman, beşdarî operasyona eskerî ya di navbera Mêrdîn Şirnex û Êlihû pêk hat de bû û li qada operasyonê bi eskeran re wêne kişand. Midûrê Giştî yê Polîsan û Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan jî tev li operasyonê bûn. Rayedaran diyar kirin ku li herêmê bi tevlêbûna 10 tabur, 117 timên taybet operasyon dane destpêkirin. Dî wêneyê hatin parvekirin de Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Arif Çetin, Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Aktaş, Qeyûm û Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman, Waliyê Êlihê Hulusi Şahin, Waliyê Şirnexê Ali Hamza Pehlivan, Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê Tumgeneral Halis Zafer Koç, Fermandarê Qereqola Yayvantepe ya Mîdyatê bi hevre li qada operasyonê wêne kişandin.