WAN - Baroya Wanê, ji bo betalkirina biryara qedexekirina çalakiyan ku ji 21'ê Mijdara 2016'an ve didome, cara 9'emîn serî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê da.
Biryara qedexekirina çalakiyan ku di 21'ê Mijdara 2016'an de dest pê kir, hezar û 11 roj in didome. Waliyê Wanê Mehmet Emîn Yilmaz ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, herî dawî duh ji bo 15 rojan biryara dirêjkirina qedexeyan da. Baroya Wanê, ji bo betalkirin û rawstandina biryara qedexekirina çalakiyan, cara 9'emîn serî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê da. Baroyê têkildarî serlêdana xwe, daxuyaniyeke nivîskî da. Baroyê diyar kir ku li gel ku di 17'ê Tîrmeha 2018'an de li tevahiya welat Rewşa Awarte hatiye rakirin jî Walîtiya Wanê, qedeya civîn û çalakiyan a Rewşa Awarte her carê 30, 15, 7 roj dirêj dike. Baroyê di dirêjiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku walîtî bi vê pêkanîna sûc dike û ban li li waniyan kir ku li dijî vê pêkanînê xwedî li mafê xwe yê civÎn û çalakiyan derkevin û serî li rêyên hiqûqî bidin.