WAN - Ji bo mitînga 1'ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê ji aliyê Platforma Demokrasiyê ya Wanê ve li Parqa Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.
Li Wanê ji bo mitînga 1'ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê, banga tevlîbûnê hat kirin. Komîteya Amedekar a Mitînga 1'ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li ser banga Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Odeya Bijîjkên Tirk (TTB) ji aliyê Platforma Demokrasiyê ya Wanê ve hat avakirin, bi armanca bangkirinê civîneke çapameniyê li dar xist. Civîn li avahiya Platforma Şaxên KESK'ê ya Wanê hat lidarxistin.
Serokê Komîteya Amedekar Bedrî Yamaç di civînê de axivî. Yaman di destpêka axaftina xwe bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk û ev tişt anî ziman: "Pêvajoyê hêviya aştiyê di nav gel de mezin kiribû. Lê ji ber ku AKP'ê di Nîsana sala 2015'an de vê pêvajoyê bi dawî kir, welat roj bi roj ber bi aloziyê ve çû û hemû pirsgirêkên welat kûr bûne; Ji ber polîtîkaya xwe ya êrîşkar di serî de li Rojhilata Navîn li tevahiya Cîhanê pêwariya Tirkiyeyê kêm bûye. Bi vê polîtîkaya şer a li hundir û derveyî welat, ernîgariya me ber bi aloziyeke ku dawiya wê nexwanê ve diçe."
BANGA MITÎNGÊ
Yamaç di dawiya axaftina xwe ji bo mitînga 1'ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Parqa Aştiyê ya Mûsa Anter, di navbera 14.oo-16.00'an de li dar bixin, banga tevlîbûnê kir.