NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Rejîma Sûriye li 10'emin Nokteya Çavdêriyê ya Tirk a li Idlibê xist.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku balafirên şer ên Rejîma Sûriye li Idlibê li 10'emîn Nokteya Çavdêriyê ya Tirk a li herêma Şir Magarê xist. Piştî balafirên şer li Nokteya Çavdêriyê ya Tirk xist nehat zanîn ku birîndar an jî mirî hene ya na. Çavkaniyên herêmî piştî balafiran li nokteya 10'emîn xist dîmenên bûyerê li ser medya civakî parve kir. Balafirên şer ên Rejîma Sûriye û Rûsya 6 roj berê disa li 8'emîn Nokteya Çavdêriyê ya Tirk xistibûn. 9'emîn Nokteya Çavdêriyê ya Tirk a li Morekê ji 20'ê Tebaxê de di dorpêça eskerên Rûs û Sûriye de ne.