RIHA - Polîsan li navçeya Pirsûsê di saetên serê sibê de, bi ser malan de girtin û 6 kes binçav kirin.
Polîsan li navçeya Pirsûs a Rihayê, di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û cendirmeyan jî li taxên çolter operasyon lidar xistin. Di di operasyon û serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin. Ji ber ku 2 kes ne li malên xwe bûn, nehatin binçavkirin.
Navê kesên hatin binçavkirin wihane: Nuho Ceyran, Osman Akgun, Ahmet Dagtekin, Halîl Demîr, Kadîr Samur û Mehmet Samur. 6 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.